NY: Kêmkirina budçeyê dê bi mîlyon koçberan ji alîkariyê bêpar bike

Cîhan 01:45 PM - 2026-09-29
Koçberê Sûdanî France 24

Koçberê Sûdanî

Neteweyên Yekbûyî

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hişyarî da ku ji ber kêmbûna budçeyê, xizmetên parastinê ji bo 8.3 mîlyonan koçberan gihiştine asteke metirsîdar û bêyî fonên lezgîn sîstemên navneteweyî dê bê erk û kar bimînin.

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku; ji 5,2 mîlyar dolarên 2024'an daketine 3,9 mîlyar dolarên sala 2025'an, û heya heyva Tîrmeh sala 2026'an tenê ji sedî 32'yê pêdiviyan hatiye peydakirin ku ev qeyrana aborî bandoreke rasterast û giran li seranserî cîhanê dike.

* Çad:

Li welatê Çadê tomarkirina koçberan dereng dikeve û bi hezaran jin û zarok ji qadên ewle bêpar dimînin.

* Sûdan:

Li Sûdanê jî gihîştina qurbaniyên tundiya zayendî di bin metirsiyeke mezin de ye.

 * Îraq:

Her weha li Îraqê 350 hezar kes rûbirûyê windakirina derfetên aborî ne û li Sûriyê jî bi hezaran koçber nikarin alîkariya diravî wergirin.

* Sûriye:

Li Sûriyê, 162,500 kesên ku ji hundir koçber bûne û vegeriyane di rewşên nebaş de, dê alîkariya darayî ya destpêkê wernegirin eger ajans zû fînansmanê wernegire, ku ev yek dikare şiyana wan a ji nû ve avakirina jiyana xwe sînordar bike.

* Efganistan:

Ev yek di demekê de ye ku;qeyrana herî zêde li Efganistanê diyar dibe, ku li wir piştgiriya entegrasyona malbatan ji 5 hezar û 300 malbatên sala 2024.an, di destpêka sala 2026.an de tenê daketiye 175 malbatan;ji ber van sedeman, Neteweyên Yekbûyî ji bo piştgiriya lezgîn banga alîkariyê li bexşîner û hevkarên navneteweyî dike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket