Wezareta Pêşmerge: Erkê hikûmeta federale ku parastina asmanê herêmê bigire ser xwe
Kurdistan 03:25 PM - 2026-09-28
PUKMEDIA
Logoya Wezareta Pêşmerge
Wezareta Pêşmerge daxuyaniyekê derbarê vekişandina hêzên
Amerîkayê ji ser xaka Îraqê belav dike û radigihîne: Bi cih hêlana Herêma
Kurdistanê ji aliyê Amerîkayê ve di demekî wiha aloz a navçeyî de, bêyî
dabînkirina ti sîstemeke parastinê, cihê nîgeraniyê ye. Di heman demê de em li
Wezareta Pêşmerge pêbawer in ku asmanê Herêma Kurdistanê wekî beşek ji asmanê
Hikûmeta Fedral, erka pêşîn a Hikûmeta Federale ku berpirsiyariya parastina asmanê
Herêma Kurdistanê di dema pêwîst de bigire ser xwe.
Naveroka daxuyaniyê:
Roja 30ê Îlonê hêzên Amerîkayê ji ser xaka Îraqê, ligel
Herêma Kurdistanê jî tê de, vedikişin, ev vekişandine encama têgihiştina hevpar
a Hikûmeta Îraqê ya Federal, Amerîka û hevpeimanan e.
Vekişandina hêzên Amerîka û hevpeimanan ji Îraqê di demekî
hesas de ye; bi taybetî ku rewşa ewlehiya Îraqê û Rojhilata Navîn neseqamgir e
û pêdivî bi hişyariyê û biryardana siyasî ya rast heye, ji ber ku berdewambûna
nearambûna rewşa navçeyê metirsiyek e ji bo ser tevahiya navçeyê.
Di dema şerê navbera Amerîka û Îranê de di mehên borî de,
Herêma Kurdistanê zêdetirî hezar caran rûbirûyî êrîşên dronî û mûşekên balîstîk
bûye ku hinek ji wan li ser navçeyên sivîlan ketine xwarê, di encama van êrîşan
de çendîn şehîd û birîndar û ziyanên madî çêbûne, bi cih hêlana Herêma
Kurdistanê ji aliyê Amerîkayê ve di demekî wiha aloz a navçeyî de, bêyî
dabînkirina ti sîstemeke parastinê, cihê nîgeraniyê ye. Di heman demê de em li
Wezareta Pêşmerge pêbawer in ku asmanê Herêma Kurdistanê wekî beşek ji asmanê
Hikûmeta Federal, erka pêşîn a Hikûmeta Federale ku berpirsiyariya parastina asmanê
Herêma Kurdistanê di dema pêwîst de bigire ser xwe.
Hêza Pêşmerge çawa ku di demê borî de parêzvanê ax û xelkê
Kurdistanê bûye, di pêşerojê de jî ji bo her egerekî û pêşhateke nû amade ye û
dikare ligel her rewşeke nexwestî xwe biguncîne û rûbirûyî metirsiyan bibe.
Wezareta Pêşmerge gelekî spasiya Amerîka û hevpeimanên wê
dike û rêzê li hevkarî û piştevaiya wan digire ku di dema borî de pêşkêşî
Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge kirine.
Wezareta Pêşmerge wekî beşek ji sîstema parastinê ya Îraqê,
ligel artêşa Îraqê peywendiyeke destûrî û ewlehiyê ya xurt heye û di xebata
hevpar de dê berdewam û hevaheng be.
Di dawiyê de em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku Kurdistan
di destekî ewle û aştiyexwaz de ye.
Wezareta Pêşmerge
27ê Îlona 2026an
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

