CENTCOM: Di 12 salên borî de me serkeftineke mezin li Îraqê bi dest xistiye

Cîhan 02:30 PM - 2026-09-28
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê

Amerîka

CENTCOMê ragihand ku, di demê 12 salên karkirina di çarçoveya Operasyona "Vîna Polayîn" de li Îraq û Sûriyê ji 2014 heya  bi 2026`an, me serkeftineke mezin bi dest xistiye û bi hezaran û çekdarên DAIŞê hatin kuştin an jî girtin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), li ser hesabê xwe yê tora Xê, di ber deriyê vekişandina hêzên hevpeymanan a ji Îraqê de ragihand: Erka hevpar a Operasyona (Vîna Polayîn) ku di sala 2014an de bi armanca şêwirmendî, piştgirî û xurtkirina kapasîteya hêzên hevpeyman li Îraq û Sûriyê ji bo rûbirûbûna DAIŞê hatibû avakirin, di nava 12 salên borî de karîbû di şerê dijî DAIŞê de serkeftineke berfireh bi dest bixe.

Li gorî lihevkirina Washington û Hikûmeta Federal a Îraqê, biryar e heta 30ê Îlonê hemû hêzên Amerîkayê yên ku li Îraqê mane, wî welatî bicih bihêlin û derkevin, ev yek jî hevdem e ligel hilweşandina gav bi gav a erka hêzên hevpeymaniya navneteweyî ya dijî DAIŞê.

Vekişandina Amerîkayê dê dawiyê bi hebûna leşkerî ya vî welatî li Îraqê bîne ku di sala 2003an de ji bo rûxandina Sedam Husên hatibûn welat.

CENTCOMê di peyama xwe ya nû ya li ser Xê de nivîsî ye ku di nava wan 12 salên amadebûna Operasyona Vîna Polayîn de, bi hezaran endamên DAIŞê di wê operasyonê de hatine kuştin an jî girtin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket