Şandeyeke Misrî qefta gulan li ser gora Serok Mam Celal dana

Kurdistan 04:37 PM - 2026-09-27
Şandeyeke bilind ya Misrê li ser gora Serok Mam Celal e Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal

Şandeyeke bilind ya Misrê li ser gora Serok Mam Celal e

Îro;Yekşem rêkefta (27-09-2026).an şandeyeke bilind ya ji Misrê, digel rewşenbîr û siyasetmedar Ferîd Eseserd, Dr. Yasîn Reûf Resûl, nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Misrê,serdana goristana Serok Mam Celal kirin û ji aliyê Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal ve bi germî hatin pêşwazîkirin.

Piştî danîna qefta gulan ya rêz û wefadariyê, şanda mêvan dîroka têkoşîn û rêbertiya Serok Mam Celal bi rêzdarî di tênivîsa bîranînan de nivîsand wekî serkirdeyekî mezin yê gelê Kurd ku roleke mezin di riya aştî û dostaniya di navbera her du gelên Kurd û Misira bira de lîst.

Ji aliyê xwe ve, Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal spasiya şandeya mêvan ji bo serdan û dilsoziya wan kir û tekezî li ser girîngiya helwestên Serok û Rêber Mam Celal digel gelê dostê Misrê kirin ku çi demekê pêngavên Serok Mam Celal bê aqil û xwendinek kûr ya jiyan û siyasetê nebûne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket