Tê pêşbînîkirin bi gihîştina dolar bihayê wê li hemberî dînar dakevê
Aborî 10:48 PM - 2026-09-26
PUKMEDIA
Dolar û Dînar
Hikûmeta Îraqê gihîştina lihevkirinê bi Wîlayetên Yekbûyî
yên Amerîkayê re ji bo berdewamiya şandina dolarên nextîne ragihand û eşkere
kir ku di çend rojên pêş de barê nû yê dolarên Amerîkî dê bihêje Îraqê.
Îro roja Şemiyê 26ê Îlonê 2026an, Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder
Ebûdî ragihand ku, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ligel Amerîkayê gihaye
têgihiştinekê ji bo berdewamiya şandina barên dolarên nextî û tekez kir ku di
çend rojên pêş de barekî nû yê dolaran dê bihêje Îraqê.
Amaje bi wêyekê jî kir ku, ev lihevkirin di bin ronahiya wan
pêşketinan de ye ku Îraqê di xurtkirina sîstema çavdêrîkirina dabeşkirina dolar
û rêkxistina bikaranîna wê de bi dest xistiye, her wiha kêmkirina rewşên xerab bikaranîna
dravê biyanî û berfirehkirina rêbazên dayîna elektronîkî.
Tê pêşbînîkirin ku bi gihiştina vî barê nû yê dolarên nextî
re, xistina ber dest a dolaran li bazarên Îraqê zêde bibe, û bi vê yekê jî
bihayê wê li hemberî dînar rû li daketinê bike û bihayê dînar rabe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

