Ji ber êrîşa li Pakistanê bi dehan kes bûne qurbanî

Cîhan 05:26 PM - 2026-09-26
Cihê êrîşê X Platform

Cihê êrîşê

Pakistan

Otombêleke bombebarkirî êrîşî li xalek pişkinîna polîsan kir û di encamê de zêdeyî 40 kes hatin kuştî û birîndar bûne û Tevgera Talîbana Pakistanî jî berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.

Otombêleke bombebarkirî êrîşî xaleke kontrolê ya polîsan li bajarê Dêra Îsmayîl Xan li Bakurê Rojavayê Pakistanê kir ku di encamê de 11 kes hatin kuştin û nêzîkî 30 kes birîndar bûn û birîndar rakirin nexweşxaneyên nêzîk û rewşa hin ji wan giran e.

Dera Îsmayîl Xan, li herêma Xeyber Bexton Xwa ya nêzîkî sînorê Pakistanê bi Efganistanê re, gelek caran bûye armanca tundûtûjiya çekdarên Îslamî, û êrîş pir caran li dijî polîs û hêzên ewlehiyê têne kirin.

Ev yek di demekê de ye ku,Tevgera Talîban ya Pakistanî berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.

Teqîn di demekê de ye ku vê mehê li navçeyê bûyerên ewlehiyê yên berdewam rû didin, di nav de êrîşên bi Talîbana Pakistanî ve girêdayî ne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket