Nêzî 1400 malbatên koçberên Şehba li benda vegerê ne
Kurdistan 04:34 PM - 2026-09-26
Rewangeha Sûrî bo Mafên Miroavan
Koçberên Gundewarê Şehba
Nêzîkî 1400 malbatên Kurd yên ji herêma Şehbayê
ya li Bakurê parêzgeha Helebê koçber bûne, li bajar û bajarokên Hesekê, Qamişlo,
Tel Temer, Dirbêsiyê, Dêrik û Kobaniyê belav bûne û di rewşek nezelal de ne.
Tevî ku bi mehan di ser koçberbûna wan û
ragihandina proje û bernameyên fermî yên ji bo bidawîanîna kampan û qeyrana
koçberiyê re derbaz bûne jî, ji bo vegera wan ya ewle bo deverên xwe yên berê tu
pêngaveke zelal nîne.
Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Rewangeha Sûrî bo
Mafên Mirovan ve hatine wergirtin, piraniya van malbatan ji bajarok û
gundewarên Ezaz, El-Bab, El-Raî, Marê', Minbic û Dêr Hafir tên, di heman demê
de vegera wan hîna jî bi hejmarek pirsgirêkên ewlehî, xizmetguzarî û jiyanê re
rû bi rû ye, ji bilî fikarên li ser hebûna gerantiyên pêwîst ji bo parastina
sivîlan û misogerkirina aramiya wan piştî vegerê.
Tevî ku dezgehên fermî yên di hikûmeta veguhêz
de destpêkirina 119 projeyan li Parêzgeha Helebê di bin bernameya bi navê
"Sûriye ya Bê Kampan" de, ku nirxa wê ji 9.25 milyon Dolaran zêdetire,
ragihandin, ku armanc ewe xizmet û mercên jiyanê baştir bikin û mercên vegera koçberan
biafirînin, malbatên ji Şehbayê koçber bûne dibêjin ku ev proje hîna
veneguherîne pêngavên kirdarî ku rê bidin wan ku vegerin, yan jî pêdiviyên herî
kêm ji bo aramiyê û jiyaneke baş li deverên xwe yên resen misoger bikin.
Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan
çareserkirina pirsgirêka kesên koçber û penaberan divê ne tenê bi ragihandina
projeyan yan destnîşankirina dîrokên vegerê ve sînordar be, lê rêkarên kirdarî
yên pîvanbar hewce dike, ku bi dabînkirina parastin û ewlehiyê dest pê dike,
amadekirina binesaziyê û karûbarên bingehîn, misogerkirina debara jiyanê, û
çareserkirina sedemên koçberî û koçberiyê, daku vegera dilxwaz,ewle, bi rûmet û
domdar were misoger kirin, û pêşî li vegerê were girtin ku bibe veguheztinek ji
koçberiyekê bo koçberiyek din.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

