Sehaf: Ti belge ku xeniqîna 18 koçberên kurd piştrast bike nîne

Êraq 12:29 PM - 2026-09-26
Ehmed Sehaf Ajansa Îraqê

Ehmed Sehaf

Karbidestê Balyozxaneya Îraqê li Lîbyayê radigihîne ku, heta niha ti daxuyaniyeke fermî ji desthilatdarên Lîbyayê nîne ku xeniqîna 18 koçberên kurd li Deryaya Spî piştrast bike.

Ehmed Sehaf, karbidestê Balyozxaneya Îraqê li Lîbyayê da xuyakirin ku ew bi hûrgilî çarenûsa wan 18 koçberên kurd in ku bi rêya neqanûnî derbasî xaka Lîbyayê bûne û niha jî dengê xeniqîna wan di Deryaya Spî de belav bûye dişopînin.

Wî her wiha da zanîn ku ew ji bo yekalîkirina çarenûsa wan 18 koçberan di nava gotûbêjê de ne bi aliyên ewlehî, tenduristî û Heyva Sor a Lîbyayê re.

Ehmed Sehaf da xuyakirin ku heta niha ti daxuyaniyeke fermî ji desthilatdarên Lîbyayê negihiştiye wan ku xeniqîna wan koçberan piştrast bike.

Ev yek di demekê de ye ku di çend rojên borî de li ser torên civakî dengoyê xeniqîna 18 koçberên kurd di Deryaya Spî de hat belavkirin, ku tê gotin ji Lîbyayê bi qeyikê ber bi Îtalyayê ve ketine rê û di rê de qeyika wan bin av bûye û xeniqîne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket