Li Kongoyê di ketina balafirekê de tevî 2 berpirsên leşkerî 14 kes mirin
Cîhan 10:42 AM - 2026-09-26
AFP
Cihê bûyerê
Artêşa Kongoyê ragihandiye ku şeva borî di bûyera ketina
balafireke ku ji bajarê Kikwitê vedigeriya paytext Kinshasayê de, 14 kes ku di
nav wan de du berpirsên leşkerî yên pilebilind jî hene, hatin kuştin.
Berdevkê artêşa Kongoyê Major General Econfume Ekinge, daye
xuyakirin ku kesên hatine kuştin, ji wan Serokê Dadgeha Leşkerî Lieutenant
General Mutombo Katalay Tende, Dozgerê Giştî yê Hêzên Çekdar Lieutenant General
Pacome Likulia, ligel 12 kes ji endamên şandê û tîma balafirê.
Ekinge diyar jî kiriye ku balafirê berî ku li devera
Kengiyeyê bikeve xwarê rastî pirsgirêkeke teknîkî bûye, û tekez kir ku tevahiya
kesên li ser balafirê jiyana xwe ji dest dane, di heman demê de lêkolînek
hatiye vekirin da ku sedemên bûyerê werin eşkerekirin.
Artêşa Kongoyê li rojhilatê welêt bi dehan komên çekdar re
ku Tevgera "M23" ya ku ji aliyê Ruandayê ve tê piştevankirin jî di
nav de ye şer dike, li wir êrîşên berdewam bûn sedema ku serhildan dest deynin
ser gelek bajarên sereke.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

