Îraq dixwaze balafirxaneyên xwe ji rêkarên Amerîka bo geştên Îranê derbixe
Êraq 09:40 AM - 2026-09-26
Ajans
Balafirxaneya Bexda
Hikûmeta Îraqê îro Şemiyê 26/9/2026`an ragihand ku, ew di
danûstandinên rasterast de ye ligel aliyê Amerîkî derbarê bêparkirina hin
balafirxaneyên Îraqî ji wan rêkarên ku Wezareta Gencîniyê ya Amerîkayê li dijî
geştên kompaniyên firokevaniyê yên Îranî bo balafirxaneyên herêmê, ku di nav de
balafirxanên Îraqê jî girtine.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyekê
de ku wêneyk ketiye destê PUKMEDIA`yê têde gotiye ku: Hikûmet hewl dide destûrê
bide destpêkirina geştên esmanî, û da zanîn ku ev yek ji bo sedemên mirovî ye
ku bi dermankirin, xwendin û serdanên olî ve girêdayî ne, ji bilî karûbar û berjewendiyên
sivîlan.
Hikûmeta Îraqê li gorî daxuyaniyê tekez dike ku ew dê
berdewam be li ser xebatên ji bo aramkirina rewşa herêmê, û tekez kir ku
berdewamiya qeyranan dê rewşê aloztir bike.
Hikûmetê bang li hemû aliyan kir ku diyalog û danûstandinan
ji bo gihîştina çareseriyên ku qeyran û nakokiyên niha biqedînin bipejirîrin,
bi awayekî ku berjewendiyên welat û gelên herêmê pêk bîne.
Ev yek di çarçoveya hewldanên Îraqê de tê ji bo
çareserkirina bandorên rêkarrên Amerîkî li ser tevgera esmanî û peywendiyên
mirovî û sivîl ên rêwiyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

