Trump biryara dawî ji bo çêkirina moşekên Patriot li Ukraynayê da
Cîhan 09:57 PM - 2026-09-25
PUKMEDIA
Trump û Zelensky
Serokê Ukraynayê Volodimir
Zelensky, ragihand ku piştî civîna wan li NewYorkê, Serokê Amerîka Donald Trump
biryara dawî da û rê da Kiyevê da ku bikaribe moşekên sîstema parastina esmanî ya
"Patriot" di nava Ukraynayê de berhem bîne.
Ev pêngav dê bibe
alîkariyeke stratejîk a mezin ji bo têkbirina êrîşên balîstîk ên berdewam ên
Rûsyayê, di demekê de ku Ukraynayê bi kêmbûneke tund a moşekên parastina esmanî re rû bi rû maye.
Zelensky, eşkere kir
ku Amerîkayê pêşniyara sazkirina civîneke sêqolî di navbera (Amerîka، Ukrayna û Rûsya)
de li Îmaratê kiriye، lê Moskow hêj dem
an jî pabendbûna xwe ji bo beşdarîkirina
di wan danûstandinan de ranègihandiye.
Zelensky meha borî
gotibû ku Ukrayna pêdiviya wê bi nêzîkî %5 ji depoya moşekên parastinê yên
"Patriot" ên li cem Amerîkayê heye ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe di
dema zivistanê de، û bi nêzîkî %10
ji wan re pêdivî heye da ku bikaribe، li gorî texmîna
xwe، hemû moşekên balîstîk ên Rûsyayê têk bibe.
Her weha Kiyev, ji
kêmbûna moşekên "Patriot" ên ku dikarin moşekên balîstîk ên Rûsyayê têk
bibin dikişîne، di nav
berdewamiya lêdanên Rûsyayê de li ser axaU، bi taybetî li ser sazî û binesaziya girêdayî enerjiyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

