Elî Zeydî: Armanca me Îraq bibe navendeke cîhanî ya hilberîna wizeyê

Êraq 09:32 PM - 2026-09-25
Elî Zeydî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Ragihandina Serokwezîr

Elî Zeydî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî

Îraq

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî tekez kir ku Îraq hêvî dike ku wekî hêzeke aborî ya çalak li herêmê û pireke ji bo diyalog û hevkariyê di navbera gelên wê de, xwedî bandor û rola xwe bilîze.

Zeydî di dema pêşkêşkirina gotara Îraqê de li pêşiya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, îro Înê 25/9/2026an، amaje bi wê yekê kir ku dewlet dê di biryara şer û aştiyê de bibe xwediyê biryarê, û diyar kir ku projeya Rêya Geşepêdanê nêrîna berfireh a Îraqê ji bo yekbûn، tevlîbûn û aramiya herêmî nîşan dide.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî tekez jî kir ûgot: Armanca me ewe ku Îraq bibe navendeke cîhanî ya hilberîna wizeyê.
Elî Zeydî di axaftina xwe de balkişand ser van xalan:

Pêşeroja Siyasî û Ewlehiyê
Îraq ber bi wê yekê ve diçe ku bibe xwediyê biryara sereke di warê aştiyê û şer de, û çek tenê di destê saziyên dewletê de bin. Her wiha piştî bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî, têkiliyan ber bi aliyê hevkariya leşkerî û aborî û pêşvebirinê ve tên veguhestin.
Projeya Rêya Geşepêdanê
Projeya " Rêya Geşepêdanê " wekî nêrîneke berfireh ji bo yekbûn û aramiya herêmî tê dîtin, ku Rojhilat bi Rojava ji Bendera Fao heta Tirkiyeyê û Ewropayê girê dide.
Aboriyekî Nûjen

Hikûmet di nava têkoşîna li dijî gendeliyê de ye û dixwaze aboriyekî nûjen, pir reng û dûrî piştgirêdana bi tenê li ser neftê ava bike, digel vekirina deriyan ji bo veberhênana biyanî û neteweyî.
Avhewa û Mafên Mirovan
Rûbirûbûna guherîna avhewayê, kêmasiya avê, û girîngî pêdana bi ciwanan, perwerde û parastina mafên mirovan wekî beşek ji armancên sereke yên hikûmetê hatin destnîşankirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket