Balafirxaneya Necefê rawestandina geştên esmanî bo Îranê ragihand
Êraq 01:47 PM - 2026-09-25
Ragihandina Balafirxanê
Balafirxana Necef
Balafirxaneya
Navneteweyî ya bajarê Necefê, îro Înê 25/9/2026an, ragihand ku hemû geştên
esmanî yên hatin û çûnê yên ji û ber bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatine
rawestandin.
Rêveberiya balafirxanê
di daxuyaniyekê de ku wêneyek jê ketiye destê PUKMEDIAyê, gotiye: Li ser
raspardên fermî yên ku ji aliyên peywendîdar ve hatine derxistin, biryar hat
girtin ku hemû geştên esmanî yên hatin û çûnê yên ji û ber bi Komara Îslamî ya
Îranê ve ji saet 02:00 yê roja Înê 25/9/2026an heta agahdariyeke din bên
rawestandin.
Di daxuyaniyê de
hatiye gotin ku: Ji boher agahdariyeke fermi yan raspardeyên nû derbarê
destpêkirina geştan, bi rengekî fermî dê were ragihandin.
Berdevkê Saziya
Firokavaniya Sivîl a Îranê di 22yê Îlonê de ragihandibû ku balafirgehên Bexda û
Mesqetê pêşwaziya geştên
firokavaniya Îranê nakin.
Wezareta Xezîneyê ya
Amerîkayê di 8ê Îlonê de siza danîn ser 36 alî û kesên ku bi sektora
firokavaniya Îranê ve girêdayî ne, di nav wan de 27 kompaniyên balafiran, ligel
navbeynkar û şîrketên ku xizmetên barkirin û firotanê pêşkêş dikin.
Ji wan kompaniyan
moleta heta 23yê Îlonê hat danîn da ku pêbendî biryarê bibin, wekî mînak
sekinandina dabînkirina sotemeniya kerosînê ji bo balafirên Îranî.
Ne pabendbûna bi
ambargoya Amerîkayê re wan kompaniyan dixe ber metirsiya ku ew bi xwe jî
bikevin nava lîsteya reş û bi vî rengî ji sîstema ya dolarî bên qutkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

