Nirxê Petrolê daket

Aborî 10:05 AM - 2026-09-25
Nirxê Petrolê PUKMEDIA

Nirxê Petrolê

Piştî heftyeke tijî guhertin, buhayê petrolê li bazarên cîhanê hinekî daket bi awayekî li gorî duh guhertin di buhayan de çêbûye.

Îro roja Înê 25ê Îlona 2026an, nirxê petrola xav a Brent bi nêzîkî 105 dolar û 90 sentî ji bo her bermîlekê bûye û petrola Texasê jî bi 93 dolar û 40 sentî ji bo her bermîlekê tê firotin.

Ev daketin di demekê de ye ku bazirgan çavdêriya êrîşên li ser Siûdiyê û bandorên wan ên gengaz li ser binesaziya petrolê û dabînkirina herêmî dikin.

Ev yek jî di demekê de ye ku roja Pêncşemê buhayê petrola Brent bi rêjeya %3.4 û ya Texasê bi rêjeya %2.7 zêde bibûn، ev yek jî nîşanek e ji bo berdewamiya ne cîgîrî û guhertinan li bazarên wizeya cîhanê ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket