13 Mîlyon dolar ji bankayên Fransayê bo Îraqê hat vegerandin
Êraq 04:32 PM - 2026-09-24
Ca.Financeyahoo.com
Dolarê Amerîkî
Sindoqa Vegerandina Samanên Îraqê ragihand ku wan karîbû
mîqdara 13 mîlyon dolarên Amerîkî ji wan pere û samanên ku li bankayên Fransayê
hatibûn astengkirin, vegerînin xezîneya giştî ya dewleta Îraqê.
Îro Pêncşemê 24ê 9ê 2026an, Sindoqa Vegerandina Samanên Îraqê
di daxuyaniyekê de ragihand: Hewldanên Sindoqa Vegerandina Samanên Îraqê bûn
sedema vegerandina 13 mîlyon dolaran ji wan pereyên Îraqê yên ku li gorî
biryara dadwerî li bankayên Fransayê dest danîbûn ser û vegerandina wan bo
xezîneya dewletê.
Li gorî daxuyaniyê, Serokê Encumena Rêveberî a Sindoqê Mihemed
Elî Lamî, tekez kiriye ku proseya wergirtinê berhema şopandin û wan rêkaran bû
ku sindoqê bi hevahengî û alîkariya aliyên navneteweyî û navxweyî yên
peywendîdar girtibû ber xwe.
Mihemed Elî Lamî diyar jî kir: Pereyê hatiye vegerandin
piştî temamkirina rêkarên pêwîst û hevahengiya bi Bankaya Erebî ya Swîsrî re,
kete ser hesabên Wezareta Darayî ya Îraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

