Herêm Kemal Axa raspardên çareserkirina pirsgirêka benzînê dide Serokatiya Parlamenê
Kurdistan 03:21 PM - 2026-09-24
Ragihandina Herêm Kemal Axa
Wêneyekê Civîna Berê ya Lîjneya Petrol û Gazê
Li ser biryara Lîjneya Petrol û Gazê ya Encumena Nûnerên Îraqê,
komîteyeke lawekî hate avakirin ku tê de Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Federal
rojane 50 hezar bermîl petrola xav ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re
terxan bike û radestî wê bike.
Serokê Lîjneya Neft û Gazê ya Encumena Nûnerên Îraqê Herêm
Kemal Axa, ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re
ragihand ku: Piştî hewl û xebateke mezin ji bo şopandina qeyrana sotemeniyê bi
taybetî benzînê li Îraq û Herêma Kurdistanê, wan biryar da ku komîteya lawekî ava
bikin sebaret bi veqetandina 50 hezar bermîlên rojane ji nefta xav ji aliyê Wezareta
Petrola Îraqê û radestkirina wê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo
parzûnkirinê û dabînkirina sotemeniyê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bi
bihayekî piştevanîkirî, wekî parêzgehên din ên Îraqê.
Wî da xuyakirin ku: Rasparde ji aliyê lîjneya wan ve ji bo Serokê
Parlamentoyê re hatine bilindkirin û û em li vir radighînin ku lîjneya wan dê
ji bo bidûvçûnê û şopandina bicihanîna van raspardeyan û hêvîdarin ku
çareseriya bingehîn ji bo pirsgirêka kêmiya sotemeniyê û bi taybetî jî madeya
benzînê were dîtin ku ew rasparde pêktên ji:
Yekem: Dabînkirina Sotemeniyê
ji bo Parêzgehên Herêmê û dabeşkirina wê bi rêya Kompaniya Belavkirina Berhemên
Neftî mîqdara şayeste ji bo her parêzgeheke herêmê wekî parêzgehên din ên Îraqê
were destnîşankirin.
Mîkanîzma dabeşkirinê bi
hevahengiya bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêmê re dibe. Heke kêmasiyek di
sotemeniyê de hebe, mîqdar bi wekhevî li ser hemû parêzgehan tê dabeşkirin û di
vê rewşê de rojane şandina 50 hezar bermîlan ji bo herêmê tê betalkirin û bi rêya
kompaniya SOMO tê hinardekirin. Her weha Wezareta Çavkaniyên Xwezayî soz dide
ku berhemên neftî li parêzgehên herêmê bi heman bihayê ku ji aliyê Wezareta
Neftê ya Federal ve hatiye pejirandin bifroşe.
Duyem: Di rewşa pejirandina pêşniyara zêdekirina nefta xav ji aliyê
hikûmeta federal ve, ji bo zêdekirina petrola xav ji 50 hezar bermîlan zêdetir ev xal tên pêşniyarkirin:
1-Li
ber çavgirtina hejmara niştecihan bi li berçavgirtina rewşa qeyranan
wekî parêzgehên din.
2-Destnîşankirina
mîqdarê bi rêya komîteyeke teknîkî ku nûnerên kompaniyên parzûngehan û
belavkirina berhemên petrolî tê de bin.
3-Firotina
nefta xav a navxweyî ji bo herêmê bi heman bihayê parzûngehên
parêzgehên din ên Îraqê.
4-Radestkirina
nefta reş bi heman mîkanîzmaya ku li parêzgehên din ên Îraqê tê
meşandin.
5-Pabendbûna
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi dabînkirina sotemeniyê ji bo welatiyên
herêmê bi heman bihayê pejirandî yê Îraqê.
6-Yekalîkirina
lêçûna parzûnkirinê di navbera parzûngehên ser bi Wezareta Petrolê ya
Federal û parzûngehên Herêma Kurdistanê de di dawiya her salê de ji bo
danîna lêçûnan ji aliyê Wezareta Petrolê ya Federal ve.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

