Mehane 2 mîlyar dolar ziyan digihêje dahata petrola Îraqê
Aborî 01:08 PM - 2026-09-24
PUKMEDIA
Bîrên Petrolê
Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku hinardeya petrolê ya
welêt di meha Tebaxê de gihiştiye nêzî 70 milyon bermîlan, û da xuyakirin ku
zêdebûna mîqdarên ku hatine hinardekirin di çarçoveya pêşkêşkirina erzanî û daşkandinaan
li ser bihayên petrolê yên Îraqê de ye, ji bo handana kampaniyan bo kirîna
petrola xav û veguhastina wê di tengava Hurmizê de.
Pisporê di warê enerjî û peymanên petrolê de, Dr. Behcet
Ehmed got ku hikûmeta Îraqê ji bo her bermîlekê daxistineke ku di navbera 26 û
28 dolaran de ye li gorî bihayên fermî dide kampaniyan, li hember wergirtina
petrolê rasterast ji benderên Îraqê û hilgirtina berpirsiyariya veguhestina wê
bi rêya Tengava Hurmizê.
Wî anî ziman ku ev polîtîka, li gorî hesabên ku dispêrin
qebareya hinardeyê û bihayan, dibe sedema ziyaneke nêzî 2 milyar dolarî di
mehekê de ji dahatên giştî re, di demekê de ku Îraq bi awayekî mezin dispêre
dahatên petrolê ji bo fînansekirina budceya giştî û dayîna mûçeyan.
Ehmed diyar kir ku bihayên petrolê yên Îraqê li gorî cureyê
xav diguhere, û da xuyakirin ku petrola sivik bi bihayên nêzî xavê Brênt tê
firotin, di dema ku petrola navîn û giran bi daxistineke nêzî 10 dolarî ji bo
her bermîlekê li gorî bihayê Brênt tê firotin.
Berdevkê fermî yê Wezareta Petrolê Selîm Rekabî roja 4/9/2026an
ragihand ku "hinardeyên petrolê yên Îraqê di meha Tebaxê de gihîştine nêzî
70 milyon bermîlên petrola xav, bi dahateke destpêkê ya ku ji destpêka şer ve
ya herî bilind e û gihîştiye nêzî 4 milyar û 500 milyon dolaran.
Wî da xuyakirin ku "ev hejmar girîngiya sektora petrolê
û rola wê di piştgiriya aboriya neteweyî û xurtkirina dahatên giştî yên dewletê
de nîşan didin.
Wî destnîşan kir ku lêçûn û metirsiyên veguhestina petrolê
bi rêya Tengava Hurmizê faktoreke zêde ne di diyarkirina bihayên ku kampaniya
qebûl dikin de, û da xuyakirin ku hin keştiyên ku di tengavê re derbas dibin
dibe ku sîstematîkên şopandina xwe rawestînin, li gorî ku wî gotiye.
Li gorî hejmarên fermî yên Wezareta Petrolê, hinardeyên Îraqê
rojane ji 2.33 milyon bermîlan derbas dibin, di dema ku valahiya di navbera
bihayên firotina kêmkirî û bihayên cîhanî de, li gorî texmînên hatine kirin,
dibe ku rojane ji 60.6 milyon dolarî derbas bibe.
Di heman çarçoveyê de, hat ragihandin ku Serokwezîrê Îraqê
Elî Zeydî gotiye ku daxistinan bûye sedema kêmbûneke mezin di dahatên petrolê
de, û tekez kiriye ku Îraq di bin siya şert û mercên bazara petrolê û kêşeyên
hinardekirina xav bi rêya Tengava Hurmizê de neçar e ku vê siyasetê bişopîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
11:22 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

