Qubad Talebanî:Pêdagiriyê li yeksankirina mûçeyên Pêşmergeyan digel Îraqê dikin

Kurdistan 05:40 PM - 2026-09-23
Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîr Nivîsingeha Rojnamevanî ya Qubad Talebanî

Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîr

Qubad Talebanî

Îro,roja Çarşemê, 23ê Îlona 2026.an, Civata Wezîran ya Herêma Kurdistanê di civînekê;Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêdagiriyê li ser wekhevkirina mûçe û mafên darayî yên Pêşmergeyan digel saziyên berevanî ya hikûmeta federal ya Îraqê kir.

Li gorî daxuyaniyeke Civata Wezîran ya Herêma Kurdistanê, yek ji tewerên civînê yekxistina hêzên Pêşmerge bû;di vî warî de, Qubad Talebanî pîrozbahî li serkeftina pêvajoya yekxistina hêzên Pêşmerge kir û ew wekî destkeftiyek neteweyî û saziyî bi nav kir.

Her weha tekezî li ser berdewamiya pêvajoya çaksazîyê û pîşeyîkirina Wezareta Pêşmerge û parastina destkeftên wê kir û pêdagiriya xwe li ser yeksankirina mûçe û mafên darayî yên Pêşmergeyan digel hevtayên wan di saziyên berevanî ya hikûmeta federal de kir.

Piştî gotûbêjan, Civata Wezîran pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir ji bo vê pêngava dîrokî kir û spasiya hemû wan aliyan kir ku rola wan di bisrxistina wê proseyê de hebûn, bi taybetî, wîlayetên Yekbûyî yên Amerîka, hêzên hevpeyman û hevkarên wan di pêvajoya rêxistinkirin, çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge de.

Her wiha wî daxwaz ji hemû aliyên siyasî kir ku bi ruhê berpirsiyariya neteweyî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike