Parlamenterekî YNKê hewl dide çend daxwazên xelkê di budçeyê de bicîh bike
Kurdistan 04:35 PM - 2026-09-23
PUKMEDIA
Dr. Biryar Reşîd, endamê fraksiyona (YNK) li parlemana Îraqê
Endamekî fraksiyona
Yêkîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li parlemana Îraqê bi piştgiriya 88
parlamenteran, nameyek fermî pêşkêşî serokatiya parlemanê kir û daxwaza
karmendkirina sê kesên pêşîn, peymankar û xwebexşan kir.
Dr. Biryar Reşîd, endamê fraksiyona YNKê li
parlemana Îraqê, ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
PUKMEDIA re ragihand ku,bi îmzeyên 88 parlementeran, wî pênc daxwazên fermî
pêşkêşî serokê Civata Nûneran kirin daku di yasaya budceya 2027.an de bên bi cihkirin.
Her weha ragihand
ku daxwaza yekem ew e ku ji bo sê beşên pêşîn yên zanîngeh û kolejên herêmê ji
bo salên (2017 - 2025) pozîsyon û kar werin veqetandin,her weha daxwazeke din ya
sereke ewe ku 13 hezar û 300 dilxwazên kerta tenduristiyê bi awayekî daîmî
werin xebitandin.
Dr.biryar Reşîd
amaje bi wê yekê kir ku, daxwazek
din jî şandina zêdetirî 30 hezar karmendên peymankare, ku mûçeyên wan niha ji
hêla hikûmeta federal ve têne peyda kirin;di heman demê de, mafên darayî yên temam yên mamosta û karmendên ku di
salên 1962, 1963 û 1964.an de ji dayik bûne û teqawît bûne, bi dabînkirina
derfetên kar ji bo derçûyên salên berê yên zanîngeh û peymangehan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

