Civîna New Yorkê bihayê petrolê daxist xwarê 100 dolarî
Aborî 11:55 AM - 2026-09-23
PUKMEDIA
Nirxê Petrolê
Bihayê petrola xav a Brênt bi rêjeya 0.8% daxist û gihîşt
98.45 dolarî û petrola xav a Teksasê bi rêjeya 1.1% daxist û gihîşt 89.55
dolarî. Ev jî ji 8ê Îlonê ve cara yekem e ku biha dakevin bin 100 dolarî.
Di civîna dawî ya bazarên petrolê de, bihayê peymanên petrola
xav a Brênt bi rêjeya 0.8% daxist û gihîşt 98.45 dolarî ji bo her bermîlekî. Ev
yek ji 8ê Îlonê ve cara yekem e ku bihayê bermîleke Brent dadikeve bin 100
dolarî. Di heman demê de, bihayê xav a Teksasê bi rêjeya 1.1% dakete 89.55
dolarî ji bo her bermîlekî.
Ev daxistin piştî wê yekê tê ku Donald Trump ragihand:
Berpirsên Amerîkayê li gel nûnerên Îranê li New Yorkê civîneke "pir
baş" pêk anîne.
Di heman demê de, ajansa nûçeyan a Reutersê di raporekê de
da xuyakirin ku: Îran amade ye Tengava Hormuzê veke, bi wê mercê ku Amerîka
dorpêça li ser benderên wê rake. Ev yek bû sedema kêmcûbûna aloziyên li bazara petrolê.
Tengava Hormiz wekî yek ji rêwiyên avî yên herî giring ên
cîhanê tê dîtin ku berî destpêkirina aloziyan, rojane pênçê yeka berhema petrol
û gaza siruştî ya cîhanê pê re derbas dibû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

