Ehmed Şeri: Naskirina mafên Kurdan erk bû
Kurdistan 09:13 AM - 2026-09-23
PUKMEDIA
Ehmed Şeri serokê Sûriyê
Serokê Sûriyê ragihand ku naskirina mafên çandî û
zimanî yên Kurdan li welatê wî, erkê ser milê hikûmeta wî û mafê rewa yê gelê
Kurd bû piştî 100 salan. Got jî ku wan bi serkirdatiya Kurd re li Rojavayê
Kurdistanê li ser wê yekê li hev kiriye ku xwendin li navçeyên Kurdnîştecih bi
zimanê Kurdî be.
Roja çarşemê 23-09-2026an, lêkolîner û şîrovekarê Amerîkî
Brett McGurk amaje bi mersûma serokatiya Sûriyê ya hejmara 13 kir ku derbarê
mafên Kurdan de ye û ew bi "belgenameyeke balkêş" bi nav kir. Lê belê
di heman demê de nîgeraniya xwe derbarê zêdebûna aloziyan de anî ziman, bi
taybetî piştî kuştina şervanekî Kurd ê hêzên ewlehiyê li Hesekê ku niha tevlî
artêşa Sûriyê bûne. Her wiha pirsek li ser pirsa xwendina bernameya niştimanî
bi zimanê Kurdî û misogerkirina mafê pêkhateyan di pêşeroja Sûriyê de arasteyî
Serokê Sûriyê kir.
Di bersivê de, Ehmed Şeri Serokê Sûriyê ragihand ku Sûriye
xwedî dîrokeke kevnar a bihevrejiyana aştiyane ya fireh ya pir neteweyî û olî
ye, û Kurd beşek in ji civaka Sûriyê û di nava vî dewletî de dijîn. Ji ber ku
naskirina fermî ya mafên çandî û zimanî yên Kurdan erk û mafê rewa bû, me berî
yekxistinê ev ferman derxist û piştî 100 salan pêşwaziyeke gelekî germ lê hat
kirin.
Derbarê xwendina zimanê Kurdî de, Serokê Sûriyê zelal kir ku
wan li ser wê yekê li hev kiriye ku li navçeyên Kurdnişîn bi zimanê Kurdî bê
xwendin û niha tîmên teknîkî yên Wezareta Perwerdeyê mijûlî danîna mekanîzmaya
cîbicîkirina wê fermanê ne.
Ehmed Şeri her wiha behsa kontrolkirina navçeyan û
yekxistina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û got: Piştî wê rêkeftinê ya ku
me bi wan re kir, niha dewlet kontrola temam a xaka Sûriyê an nêzîkî temamê
xaka Sûriyê bi dest ve aniye.
Di heman demê de, derbarê pêwendiyên xwe yên bi Herêma
Kurdistanê re, Serokê Sûriyê Ehmed Şeri ragihand: Pêwendiyeke me ya pir baş bi
Herêma Kurdistanê û serkirdatiya wê re heye û em xwedî berjewendiyên hevbeş ên
aborî, siyasî û ewlehiyê ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

