Bi hezaran Kurd li Qamişlo: Zimanê me nasname û pêşeroja me ye
Kurdistan 04:40 PM - 2026-09-22
ANHA
Wêneyekê Xwepêşandana Ziman li Qamişlo
Bi hezaran Kurd ji hemû gund û bajarok û deverên herêma Cizîrê,
li bajarê Qamişlo kombûn û bi yek dengî daxwaza bi fermi kirina zimanê Kurdî û
bi cihkirina wê di destûra Sûriyê de kirin.
Beşdarên di kombûna girseyî de ku ji aliyê Înîsiyatîfa Gel
ve li pêş Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê li Qamişloyê hat lidarxistin û bi dirûşma
"Zimanê me nasnameya me ye" hate destpêkirin, xwepêşanderan tekez kirin ku zimanê kurdî yek ji
destkeftiyên Şoreşa Rojava ye ku bi hewl û fedakariya bi hezaran kesan pêk
hatiye.
Bi hezaran welatiyên kurd ku ji bajar û bajarokên cûrbecûr
ên herêma Cizîrê (Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, Girkê Legê, Til Temir, Tirbespiyê,
Qamişlo û Hesekê) hatibûn, bi nîşan û alên kurdî tevlî çalakiyê bûn, nerazîbûna
xwe nîşan dan ku xwendina bi zimanê kurdî li sê dersên di hefteyê de tê
sînorkirin, û daxwaz kirin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê bê misogerkirin û
zimanê kurdî li Sûriyê wekî zimanê fermî bê naskirin.
Hêjayî gotinê ye ku, çalakî û bertekên gel ji bo
rûniştandina statuya zimanê kurdî û parastina wê ji dûrxistin û bêparbûnê di
nava Destûra Sûriyê de didomin. Ev yek bi taybetî piştî biryara Wezareta
Perwerde û Fêrbûnê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di 27ê Tebaxa derbasbûyî de hat
dayîn ku xwendina zimanê kurdî li sê dersên di hefteyê de sînordar kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

