Brett McGurk jibo Qubad Talebanî:Cîhan deyndarê Pêşmerge ye
Kurdistan 01:05 PM - 2026-09-22
Arşîv
Hevdîtinek berê ya di navbera Qubad Talebanî û Brett McGurk de
Brett McGurk
postek ya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser Platforma Parvekirina X belav
kiriye (Share) dike û dibêje: Cîhan deyndarê Pêşmerge ye û em demek dirêje li
bendê ne.
Brett McGurk, Rêkxerê
Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka yê Civata Ewlehiyê ya Amerîka ragihand
ku,ev nûçeyek başe û em demek dirêj li bendê bûn,ez hemû kesên ku beşdarî vê
pêvajoyê bûne pîroz dikim û got:Cîhan deyndarê Pêşmerge ye.
Brett McGurk dema berê
wekî nûnerê taybet yê serokê Amerîka di Hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî
DAIŞê de kar dikir, û di şerê li dijî terorîstan de li herêmê roleke çalak
lîstiye.
Brett McGurk di
çend daxuyanî û weşanên berê de gelek caran pesna rola Pêşmerge daye û rola
dîrokî ya vê hêzê di parastina ewlehiya cîhanê de destnîşan kiriye,Her weha tekez kir ku Pêşmergeyên Kurdistanê
ji bo têkbirina terorîstên DAIŞê alîkariya cîhanê kirine.
Ev yek di demelî
de ye ku, roja Dûşem rêkefta (21-09-2026).an Hêzên 70 û 80 yên Pêşemerge li jêr
sîwana Wezareta Pêşmerge de hatin yekxistin û Qubad Talebanî Cîgirê
Serokwezaran jî tekez kir ku,ev pêngavek dîrokî ye û tekez kir ku ewê
piştgiriya wan hêzan bidomînin daku ji destwerdana siyasî û partiyan dûr
bisekinin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

