Dîlan Xefûr:Bi herdemîkirina fermanberên peymankar yên herdemî Herêmê jî digire navxwe
Kurdistan 10:33 AM - 2026-09-22
PUKMEDIA
Dîlan Xefûr, Berdevka Fraksiyona YNKê li Parlemana Îraqê
Hemû fermanberên
peymankar yên li Îraqê dê di budçeya 2027.an de bibin karmendên herdemî û
parlamenterek YNKê Jî dibêje: fermanberên peymankar Yên li Herêma Kurdistanê dê
di nav xwe de bigirin, bi mercê ku şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema
danûstandinên xwe de, hemû fermanberên peymankar rast bikin.
Dîlan Xefûr berdevka
fraksiyona YNKê li parlemana Îraqê ji PUKMEDÎA re ragihand ku fermanberên peymankar
yên Herêma Kurdistanê dê bibin yên herdemî,me çend civîn bi nûnerên peymankaran re di
Komîteya Darayî de pêk anîn, li ser daxwaza wan me nameyek ji Wezareta Darayî
re şand da ku fermanberên peymankar, Herêma Kurdistanê jî wekî parêzgehên din
ên Iraqê di nav de û navên wan di qanûna budçeyê de cih bigirin, daîmî bibin.
Berdevka
fraksiyona YNKê bang li şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di asta
hikûmetê de ji bo danîna van hemû peymanan bi cidî bixebitin.
Dîlan Xefûf mizgîniya
baş dide fermanberên peymankar ku ewê werin şandin û ragihand ku,em ji her kesî
re piştrast dikin ku her peymanek ku li Îraqê were danîn dê li Herêma
Kurdistanê jî wekhev be.
Derbarê fermanberên
peymankar yên Îraqî di yasaya budceya 2027.an de, heman tişt dê ji bo fermanberên
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî were kirin,berdeva fraksyona YNKê
ragihand ku belê, lê bi şertê ku
şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema danûstandinên xwe de bi Rêveberiya
Budceyê ya Wezareta Darayî ya Federal re hemû peymanan saz bike.
Di dawiyê de, Dîlan
Xefûr, berdevka fraksiyona YNKê li Civata Nûneran, tekez kir ku bi her awayî di
Komîteya Darayî de piştgirî bidin karmendên peymankar yên Herêma Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

