Zeydî:Heta 30ê Hezîrana sala hemû kom dê çekên xwe radest bikin
Êraq 10:01 AM - 2026-09-22
Nivîsingeha Ragihandinê
Elî Zeydî Serokwezîrê Îraqê
Elî Zeydî Serokwezîrê
Îraqê ragihandin ku komên çekdar dê di 30ê Hezîrana sala 2027.an de çekan deynin, û
tekez kir ku kontrolkirina çekên di destê dewletê de û şerê li dijî gendeliyê
"pirsgirêkek rûmetê û pêwîstiyek neçar e, ne vebijarkek e.
Serokwezîrê Îraqê
Elî Zeydî ji rojnameya New York Times re ragihand ku pêvajoya sînordarkirin û
berhevkirina çekan dê bi agirbesteke 90 rojî dest pê bike, ku têde di navbera
komên çekdar û hêzên Amerîkî de êrîş çênabin.
Zeydî amaje bi
wê yekê kir ku kontrolkirina çekan di destê dewletê de ne vebijarkek e, lê
pêdiviyek neçar e, û şerê li dijî gendeliyê meseleyek rûmetê ye.
Zeydî got:Pêşî,
divê çek di destê dewletê de werin komkirin da ku em karibin aboriyek xurt ava
bikin,bi saya vê hikûmetê, Iraq dê bibe xalek ji bo hevgirtinê, ne xalek
dijminatiyê.
Derbarê
bêçekkirina koman de, Elî Zeydî aşkere kir ku peymana bêçekkirinê ya bi komên
çekdar re dê di 30ê Îlonê de were ragihandin.
Piştre pêvajo dê
bi 90 rojên aştiyê dest pê bike, paşê çekdar dê dest bi radestkirina çekên xwe
bikin û pêvajo dê heta 30ê Hezîrana 2027.an bi dawî bibe, armanca dawîn ew e ku
van koman wekî avahiyek serbixwe ji holê rakin,endamên wan dê wekî takekesan tevlî refên
Heşdî Şeibî bibin û her komek ku piştî wê dîrokê li ser navê koma xwe bixebite
dê wekî qanûnşikêner were dîtin.
Di warê aborî de
Zeydî got:Di ji destpêka şerê Amerîka û Îranê ve, ji ber astengkirina
keştîvaniyê li Tengava Hurmuzê, Îraqê nêzîkî 60 milyar dolar winda kiriye.
Amaje bi wê yekê
kir ku,tevî têkiliyan jî, Îranê rê nedaye keştîyên petrolê yên Îraqî ku ji
tengavê derbas bibin da ku bihayên petrolê yên cîhanî bilind bikin û zextê
bikin.
Di dawiya daxuyaniya
xwe de, serokwezîrê Îraqê behsa hewldanên Bexdayê ji bo dîtina rêyek alternatîf
kir,ev rêkeftina îsal a
bi Turkiye re ji bo zêdekirina hinardekirina petrolê bi riya boriyê û
zêdekirina kapasîteya boriyê vedihewîne, ji bilî serdanên me yên Almanya û
Fransa me li ser hinardekirina petrolê rasterast bi rêya boriyê bo Ewropa gotûbêj
kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

