Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê dê bicive
news 03:25 PM - 2026-09-20
Ajans
Avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY)
Komîteya Giştî
ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê roja 22ê Îlonê ji bo 81.emîn civîna xwe li New
Yorkê bicive û Çend pirsên girîng gotûbêj bike.
Hefteya asta
bilind ya Civata Giştî, ku her sal serokên dewlet û hikûmetan û wezîrên derve
yên welatan li baregeha NY li New Yorkê tîne cem hev daku li ser mijarên cîhanî
şêwirê bikin, îsal dê di navbera 22-28ê Îlonê de were lidarxistin. Civîna
81emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku wekî yek ji civînên
dîplomatîk yên herî girîng yên cîhanê tê binavkirin û rêberên ji gelek welatan
tîne cem hev, dê li New Yorkê dest pê bike.
81emîn Civata
Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ku dê cara dawî ji aliyê Sekreterê Giştî yê NY
Antonio Guterres ve were vekirin, dê ji aliyê Wezîrê Derve yê Bengladeşê
Xelîlur Rehman ve were birêvebirin;li gorî kevneşopiyeke ji sala 1955.an vir
ve, Brezîlya dê piştî serokan axaftina yekem bike,piştî Brezîlya, welatê
mazûvan,Amerîka dê biaxive.
Serokkomarê
Turkiye Recep Tayyip Erdoğan, ku li Komîteya Giştî ya NY dê nûnerayetiya
Tirkiyeyê bike, dê di roja yekem de axaftina xwe ya çaremîn bike,ev axaftina
Serokkomar Erdoğan a li Komîteya Giştî ya NY dê axaftina xwe ya 16emîn be.
Tê payîn ku
Civata Giştî ya îsal, bi mijara "Ji Nû Ve Avakirina Baweriyê, Rêvebirina
Veguherînê: NYyek ku Ji Bo Herkesî Encaman Dide", zêdetirî 150 serokên
dewlet û hikûmetan, û her weha gelek cîgirên serokkomar, cîgirên serokwezîr,
wezîr û berpirsên din yên payebilind yên hikûmetê beşdar bibin.
Di mijara sereke
de, adaptekirina NY li gorî şert û mercên cîhanî yên heyî û xurtkirina pergala
piralî wekî yek ji mijarên girîng ên rojevê derdikeve pêş.
Tê payîn ku
Guterres, ku dema wî di 31ê Kanûna Pêşîn ya 2026an de diqede, di axaftina xwe
ya dawî ya Civata Giştî de peyamekê pêşkêş bike û tekez bike ku pêwîstiya
xurtkirina hevkariya piralî li hember gelek qeyran û guherîna hevsengiyên
cîhanî yên ku sîstema navneteweyî pê re rû bi rû ye, heye.
Her wiha tê çavrêkirin
ku ew pabendbûna bi prensîbên bingehîn yên Peymana Neteweyên Yekbûyî û
girîngiya diyalogê di çareserkirina nakokiyan de destnîşan bike.
Ev yek di demekê
de ye ku; Pêvajoya Hilbihartina Sekreterê Giştî yê NY yê din berdewam dike, tê
payîn ku Sekreterê Giştî yê nû di 1ê Çileya 2027an de dest bi kar bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

