Civîna aborî ya Amerîka û Çînê li New Yorkê tê lidarxistin
Cîhan 11:22 AM - 2026-09-20
PUKMEDIA
Scott Bessent Wezîrê Gەncîneyê yê Amerîkayê û He Lîfeng, Cîgirê Serokwezîrê Çînê
Biryar e ku îro berpirsên bilind ên aborî yên Amerîka û Çînê li New Yorkê
bicivin, di heman demê de zîrekiya çêkirî, bac û kanzayên bi nirx dê bibin
mijarên sereke yên civînê.
Biryar e ku îro di 20ê Îlona 2026an de, Skot Bêsênt Wezîrê
Gencîneyê yê Amerîkayê û Hî Lîfêng, Cîgirê Serokwezîrê Çînê, li New Yorkê
bicivin û armanca vê civînê jî amadekirina zemîne û rêkeftinê di navbera her du
welatan de ye.
Civîn, ku Cîmîsin Giryer, Nûnerê Bazirganiyê yê Amerîkayê jî
dê tê de beşdar bibe, gelek pirsên hesas dihewîne, ku yê herî girîng bazirganî,
bac û hewldanên ji bo kêmkirina baca gumrikê li ser kelûpelên nastratejîk in.
Di heman demê de gotûbêjkirina li ser modelên zîrekiya
çêkirî (AI) û danîna rêwşûnî hevpar ji bo dûrketinê ji xetereyên zîrekiya
çêkirî dê bibin mijareke din a civînê.
Biryar e ku di civînê de dabînkirina kanzayên hestyar û
magnatîza erdê ku ji bo pîşesaziya teknolojiya pêşketî û hilberîna çîpan tên
bikaranîn, bên gotûbêjkirin.
Hêjay gotinê ye ku ev civîn berdewamiya wan hewldanên
dîplomatîk e ku di dema borî de di navbera her du welatan de hatine
birêvebirin, di heman demê de şandeyeke mezin a bazirganî ya çînî hevrêtiya
Cîgirê Serokwezîrê Çînê dike ji bo beşdarbûna di şêwirmendiyên aborî de beriya
destpêkirina lûtkeya serkirdeyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

