Nûman: 30ê Îlonê dê tu hincetek ji bo tevgerek li derveyî dewletê nemîne

Êraq 08:52 PM - 2026-09-19
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Nûman PUKMEDIA

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Nûman

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Nûman tekez kir ku, piştî 30ê Îlonê û pêkanîna serweriyê li Îraqê dê tu hincetek ji bo tevgerek li derveyî çarçoveya dewletê nehêle.

Sebah Nûman di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îraqê got: 30ê Îlonê di dîroka saziya leşkerî û ewlehiyê de xalek werçerxana stratejîk e, ew guhertina pratîkî ber bi pişt bi xwe girêdanê û birêvebirina qada ewlehiyê ya Îraqê bi destên neteweyî ve nîşan dide.

Nûman diyar kir ku "Ew roj ji bo her kesî amadebûna yekîneyên me û şiyana wan a qadî selamand, û têgîna hevsengiya stratejîk di peywendiyên navneteweyî yên Îraqê de çespand, ji ber ku hêzên çekdar bi tenê berpirsiyar bûn ji çêkirina dîmena aramiyê û parastina esman û axa welat bêyî ku pêdiviya wan bi sîwanên biyaniyan hebe."

Wî anî ziman ku: Çespandina serweriya neteweyî stûna hêzê û bingehê yasayî û qadî ye ku saziyên ewlehiyê pişt pê girêdidin, gava ku serkirdatiya neteweyî dibe çavkaniya yekane ya biryara ewlehiyê, her hincetek ji bo tevgerek li derveyî çarçoveya dewletê dikeve û namîne,

 her weha da xuyakirin ku "Ev dirêjahiya serweriyê dide saziyên ewlehiyê rewayeteke yasayî û gelêrî ya xurt ji bo şopandina tawanê, bêçekkirina çekên nefermî, û sepandina qanûnên derbasdar li ser hemûyan bi pîvanekê ku parastina welatî dike û mafên wî diparêze."

Berdevkê Fermandarê Giştî her wiha got ku "Saziyên ewlehiyê bi hemû pêkhateyên xwe ve beşdar bûn di veguherandina têgîna desthilata dewletê de ji sloganekê bo rastiyeke qadî ya berbiçav, û bi ser ketin di ewlekirina sînorên federal, tinekirina şikeftên terorê, hilweşandina tora tawanên birêxistinkirî, û birêvebirina dosyayên ewlehiyê yên aloz li hemû parêzgehan de, di nav de herêmên ku berjewendiyeke hevpar li ser heye."

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket