CENTCOM: Zêdetirî milyarek bermîl petrol di Tengava Hurmizê derbas bûye
Cîhan 07:27 PM - 2026-09-19
CENTCOM
Helîkoptereke Amerîkî
CENTCOM radigihîne: Di demê du mehên borî de me piştevaniya
veguhastina zêdetirî milyarek bermîlên petrola xav ji welatên Kendavê ve bi
rêya Tengava Hurmizê kiriye.
Îro 19.09.2026an, di daxuyaniyekê de Fermandarê Fermandariya
Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)Admîral Brad Cooper, ragihand: Ev destkeftî
hevdem bûye bi dabînkirina derbasbûna zêdetirî 2 hezar gemiyên bazirganî di
tengavê re, bi rêya dabînkirina parastineke hevrêzkirî.
Wî her wiha ragihand: Rêrewên sereke yên derbasbûnê li
tengavê ji mînan hatine paqijkirin û bi hezaran gemî têre derbas bûne, û da
zanîn ku zêdetirî milyarek bermîlên petrola xav a welatên Kendavê yên hevbeş bi
rêya Tengava Hurmizê hatine barkirin.
Cooper her wiha diyar kir ku ji ber dorpêça me ya tund,
Îranê nekariye yek bermîlek jî henarde bike, da xuyakirin jî ku qebareya petrola
xav, kelûpel û gaza sirûştî ya şil jî di demê du hefteyên borî de rêjeyek tomar
kiriye, ku ji şeş mehên borî zêdetir e.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê her wiha
ragihand ku hêzên Amerîkayê bi hemû hevparên li navçeyê re dixebitin ji bo
xurtkirin û pêşxistina kapasîteyên parastina asmênî û avakirina yekeyeke nû ya
hevalbendiyê ya taybet bi firokeyên bêmirov ên êrîşkar û parastina Tengava Hurmizê
û navçeyên avî yên derdora wê, bi awayekî vekirî û ewle.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

