Civata Ewropa bo Turkiyê:Demîrtaş û Yuksekdag serbest berdin

Kurdistan 03:58 PM - 2026-09-19
 Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bianet.

Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag

Civata Wezîran ya Konseya Ewropa, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa yên derbarê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de pejirand û daxwaza berdana wan kir.

Komîteya Wezîran a Civaya Ewropa, di civîna xwe ya 15-16'ê Îlonê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên ji bo Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîka ya Gelan (HDP) yên berê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag nirxand û qebûl kir, û komîteyê bang li Enqere kir ku yekser her du siyasetmedarên Kurd serbest berde.

Komîteyê di biryara xwe de bangî Peymana Mafên Mirovan ya Ewropa kir û Xala 46'an bi bîr xist ku li gorî vê xalê, hat destnîşankirin ku hemû dewletên endamên peymanê neçar in ku li gorî biryarên dadgehê tevbigerin û mercên yasayî qanûnî bi cih bînin.

Di civînê de bal hat kişandin ser Yasaya Çarçoveyî ku di Parlemena Turkiyê de derbaz bibû. Di biryarê de hat gotin ku piştî pêkanîna vê yasayê, divê sizayê kesên di dozên PKK/KCK'ê de hatine girtin bê paşdaxistin.

Komîteya Wezîran daxwaz ji Turkiye kir ku derbarê girtina Selahedîn Demîrtaş agahdarkirineke berfireh bide, daku ew jî bikaribe ji mafên vê Yasaya Çarçoveyî sûd wergire û yekser azad bibe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket