Di şerê Îranê de 22 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û lêçûnên wê zêdeyî 43 milyar dolarin

Cîhan 02:38 PM - 2026-09-19
Ziyanên Amerîkî di şerê Îranê de Reuters

Ziyanên Amerîkî di şerê Îranê de

Ziyanên Amerîka di şerê li dijî Îranê de zêde bûne û li gorî amarên herî dawî, di şerê li dijî Îranê de herî kêm 22 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û 820 jî birîndar bûne;ev ji bilî lêçûnên wan ya madî ku tê texmînan kirin 43.6 milyar dolar in.

Li gorî raportên çapemeniyê yên ku xwe dispêrin şeş berpirsên Amerîkî yên ku ji qeydên qurbaniyên mirovî agahdar in,pênc ji berpirsan piştrast kirin ku hejmara miriyan gihîştiye 22 serbazan,ev jî bi cudahî çar ji kuştî zêdetir ji amara giştî ya Pentagonê ku 18 kes ragihandibû.

Di heman demê de, amarên fermî nîşan didin ku ji destpêka operasyonên leşkerî yên Amerîka yên li dijî Îranê ve 820 leşker birîndar bûne.

Rojnameya Washington Post ragihand ku Fermandariya Navendî ya Amerîka texmîn dike ku lêçûna şerê Îranê heta 3yê Îlonê dê bi qasî 43.6 milyar dolar be;l gorî belgeyên ku rojnameyê behsa wan kiriye, di nav vê mîqdarê de nêzîkî 28 milyar dolar ji bo tezmînata teqemeniyên ku di şer de hatine bikar anîn û 4.3 milyar dolar alavên zirardar an jî wêrankirî hene.

Li gorî belgeyên ku rojnameyê behsa wan kiriye, di nav vê birê de nêzîkî 28 milyar dolar ji bo tezmînata teqemeniyên ku di şer de hatine bikar anîn û 4.3 milyar dolar alavên zirardar an jî wêrankirî hene.

Ev yek di demekê de ye ku,ev amar fişarek mezin ya siyasî li ser Serokê Amerîka Donald Trump û Partiya Komarî dikin,bi taybetî jî bi nêzîkbûna hilbijartinên navîn ên di Mijdarê de,her weha amarên nû kêmbûnek berbiçav di piştgiriya gel de nîşan didin, tenê %28ê Amerîkiyan piştgiriyê didin siyasetên Trump yên li ser Îranê, li gorî nêzîkî %62ê ku li dijî wî ne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket