Amerîka û Danîmarkayê li ser Greenlandê lihev kirin
Cîhan 10:42 AM - 2026-09-19
Reuters
Greenland
Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku Wîlayetên Yekbûyî ya
Amerîkayê bi Keyaniya Danîmarkayê û Greenlandê re gihîştine peymanekê ku,
"kontrol û ewlehiya daîmî û her cure pêdiviyên din li Greenlandê "
dide Washingtonê û tekez kir ku welatê wî li gorî peymanê dê tu mesrefan neke.
Trump diyar jî kiriye ku, armanca peymanê ew e ku
"fikarên Amerîkayê" yên derbarê Greenlandê de çareser bike û da zanîn
ku êdî Amerîka xwediyê wê hêza temamiye ku li her demê û heta hetayê ewlehiya
Greenlandê û Amerîkayê biparêze.
Her wiha got ku ji niha pê ve ti dijminekî Amerîkayê nabe ku
bêyî "razîbûna nivîskî ya zelal" li Greenlandê bingeh, hebûna leşkerî
yan veberhênanên hesas ava bike.
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku serokên Amerîkayê yên di
nava 100 salên borî de girîngiya stratejîk a Greenlandê fêm kiribûn, lê
nikarîbûn gavan biavêjin, û da xuyakirin ku rêveberiya wî bi awayekî mayinde ev
rewş çareser kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen û
Serokwezîrê Greenlandê Jens Frederik Nielsen pêşwaziya vê peymana ewlehiyê ya
ku tê payîn hefteya bê were îmzekirin kirin û tekez kirin ku ev yek dê ewlehiya
Greenlandê, Danîmarkayê, Amerîka û NATOyê xurt bike, di heman demê de dê rêzê
li serweriya Danîmarkayê û mafê çarenûsa gelê Greenlandê bigire.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

