Andersson ji bo avakirina hikûmeta nû ya Swêdê hat erkdarkirin
Cîhan 09:51 AM - 2026-09-19
Ajans
Seroka Partiya Sosyalîst a Demokrat Magdalena Andersson
Serokê Parlamentoya Swêdê Andreas Norlen, roja Înê, Seroka
Partiya Sosyalîst a Demokrat (Magdalena Andersson) peywirdar kir ji bo
avakirina hikûmeta nû, ev yek piştî serketina wê di hilbijartinên parlamentoyê
de hat.
Andreas Norlen, di konfêranseke rojnamevanî de diyar kir ku,
Seroka Partiya Sosyalîst a Demokrat Magdalena Andersson dê şêwirdariyên pêwîst
ji bo avakirina hikûmetê pêk bîne, da ku piştre kabîneya xwe pêşkêşî
Parlamentoya Swêdê bike.
Ji aliyê xwe ve, Andersson amadebûna xwe ji bo destpêkirina
danûstandinên avakirina hikûmetê teqez kir, û da zanîn ku ew dixwaze bi
«giyaneke nû ya hevkariyê» serokatiya Swêdê bike, û armanca wê ew e ku
hejmareke herî mezin a aliyan tevlî vê hevkariyê bike.
Tê çaverêkirin ku Andersson a ku di navbera salên 2021 û
2022an de postê yekem serokwezîra jin di dîroka Swêdê de girtibû dest, hewl bide hikûmetekê ava bike ku sê partiyên
din ên çepgir jî tê de bin, li gel hebûna cudahiyên îdeolojîk di navbera wan
de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

