Lêgerîna peyva "Kurdistan" li ser TikTokê vegeriya rewşa xwe ya normal

Cîhan 01:55 PM - 2026-09-18
TikTok Ohio University

TikTok

Piştî ku peyva "Kurdistan " di beşa lêgerînê de ji bo demekê hate astengkirin, TikTok niha navê wê ji nû ve çalak kiriye û bikarhêner dikarin bi hêsanî lê bigerin.

Berê, TikTok destûrê nedida lêgerîna vê peyvê û di peyamekê de ji bikarhênerên xwe re nivîsandibû:Peyva ku hûn lê digerin dibe ku bi axaftin an tevgerên zirardar ve girêdayî be, û em ji bo parastina civaka xwe û pêşîgirtina li belavbûna nefretê dixebitin."

Ev reftara platformê di nav bikarhênerên Kurd de gelek nerazîbûn çêkir, lê piştî lêkolîn û rakirina astengiyan, niha beşa lêgerînê ya TikTokê ji bo peyva "Kurdistan" vegeriyaye rewşa xwe ya asayî.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket