Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 10 Milyar Dînar e

Kurdistan 09:45 AM - 2026-09-18
Şefafiyet PUKMEDIA

Şefafiyet

Şefafiyet

Dahata Silêmaniyê ji 12ê Îlona 2026an heta 18ê Îlona 2026an 10 milyar û 750 milyon û 779 hezar û 188 dînar bû.

Malpera Şefafiyet ji bo şopandin û birêxistinkirina dahatên nepetrolî yên Silêmanî û Helebce û herdu rêveberiyên Raperîn û Garmiyanê, dahata hefteya borî ragihand  ku bi qasî, 10 milyar û 750 milyon û 779 hezar û 188 dînar bû ku 89% ji dahatê bi pereyê next e û 11% ji dahatê bi çek e.

Roja 15ê Kanûna 2022an de, piştî 30 salan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser destê Qubad Talebanî bû xwediyê projeya şefafiyet ya dahat û xerciyan.

Niha hûn dikarin rojane hemû dahatên nepetrolî yên parêzgehên Silêmanî û Helebce û herdu rêveberiyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê ji malpera şefafiyetê bişopînin.

Li gorî amarên herî dawî yên malpera şefafiyetê www.shafafiat.com , biryare dahata van cihan her rojê were weşandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike