Elebûdî: Serokwezîr dê serdana Amerîkayê bike û bi Serokê Trump re bicive
Êraq 09:31 PM - 2026-09-17
PUKMEDIA
Elî Zeydî û Donald Trump
Berdevkê Hikûmeta Fedral Heyder Elebûdî ragihand ku Serokê
Encûmena Wezîran Elî Falih El-Zeydî dê hefteya bê ji bo beşdarîkirina di
civînên Giştî yên Neteweyên Yekbûyî de serdana Dewletên Yekbûyî bike, û di
serdanê de dê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokên welatên din re bicive.
Elebûdî di daxuyaniyekî de ji kenalê Îraqiye El-Îxbariye re
got: Serokê Encûmena Wezîran dê hefteya bê ji bo beşdarîkirina di civîna Giştî
ya Neteweyên Yekbûyî de serdana Dewletên Yekbûyî bike û gotara Îraqê pêşkêş
bike, û da xuyakirin ku "bernameya serdanê dê civînên bi Serokê Amerîkayê
û serokên welatên din re bihewîne".
Wî zêde kir ku "tevgera Serokê Encûmena Wezîran
pêkanîna peywendiyên stratejîk ên di navbera Iraq û welatan de nîşan
dide," û da zanîn ku "Serokwezîr dê di çarçoveya xebatên ji bo
berdewamiya peywendiyên aborî û bazirganî yên di navbera her du welatan de,
beşdarî civîna Odeya Bazirganî ya Amerîkî bibe."
Elebûdî tekez kir ku 30ê Îlonê nîşaneke serwerî ya girînge
ku pê re peywendiya bi Waşintonê re dê veguherîne hevkariyeke aborî ya
demdirêj.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

