Qubad Talebanî û Wezîrê Peywendiyan tekezî li ser pêşvebirina peywendiyan dikin
Êraq 08:01 PM - 2026-09-17
Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî
Di çarçoveya Lûtkeya Silêmaniyê ya 2026an de, Cîgirê
Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Wezîrê Peywendiyan ê Îraqê Mustefa Sened re
civiya.
Di civînê de, Qubad Talebanî tekez kir li ser zêdekirina
asta hevahengiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fedral da ku bêtir warê
peywendiyan pêş bixin û xizmeteke baştir pêşkêşî welatiyan bikin.
Wezîrê Peywendiyan ê Îraqê jî pesnê Qubad Talebanî da ku bi
çavdêriya wî ev lûtke tê birêvebirin û kêfxweşiya xwe derbirî ku parêzgeha
Silêmaniyê di hemû waran de, bi taybetî jî di warê peywendiyan de, geşepêdaneke
berbiçav dîtiye.
Her wiha Mustefa Sened da xuyakirin ku kampaniyên warê
peywendiyan ên parêzgeha Silêmaniyê hevparên girîng ên Wezareta Peywendiyan a
Hikûmeta Fedral in û roleke wan a girîng di pêşxistina kerxê peywendiyan ê Îraqê
de heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

