Opozisyona Swêdê biserket û serokwezîr dest ji kar kişand

Cîhan 05:24 PM - 2026-09-17
Wêneyekê Pêvajoya Dengdanê Reuters

Wêneyekê Pêvajoya Dengdanê

Hilbijartin

Piştî ku welatiyan bi awayekî berfireh beşdarî hilbijartinên Swêdê bûn, encam nîşan didin ku Opozisyonê piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest xistiye û serokwezîrê niha yê welêt jî dest ji kar vekêşana xwe ragihand.

Li gorî encamên hilbijartinên Swêdê, çar partiyên Opozisyonê ji 349 kursiyên parlamentoyê, 176 kursî bi dest xistine, li hemberî wê çar partiyên hevpeymaniya rastgiran 173 kursî bi dest xistine, bi vê yekê Magdalena Andersson serokwezîra berê ya Swêdê û seroka Partiya Sosyal Demokrat wekî xwediyê partiya herî mezin derket pêş.

Serokwezîrê niha yê Swêdê û serokê Partiya Moderat Ulf Kristersson ku ji sala 2022an ve serokatiya hikûmeteke hevpeymaniyê ya sê partiyan ya rastgiran dikir, piştî ku encamên hilbijartinê hatin ragihandin dest ji kar kşand, ji ber ku encaman guherîn di pêkhateya parlamentoyê de çêkirine, ev yek jî dibe sedema guherînekê di pêkhateya hikûmeta nû de.

Ev yek di demekê de ye ku hilbijartina parlamentoya Swêdê di 13ê Îlona 2026an de hat lidarxistin, ku tê de zêdetirî heşt milyon kesan mafê dengdanê hebû, li gorî danûstendin û encamên hilbijartinê jî rêjeya beşdariya dengan 84.3% bû, yanî nêzî şeş milyon û 800 hezar kesî deng dan.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket