Serokkomarê Îranê:Spasiya rola erênî ya Bafil Celal Talebanî dikim

Kurdistan 05:29 PM - 2026-09-16
Bafil Celal Talebanî û Mesûd Pizîşkiyan Nivîsingeha Rojnamevanî ya Serok Bafil

Bafil Celal Talebanî û Mesûd Pizîşkiyan

Serok Bafil

Bafil Celal Talebanî,Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), û Mesûd Pizîşkiyan, Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê li Tehranê civiya.

Di civînê de ku şandeya payebilind ya YNKê jî amadebû, gotûbêj derbarê peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Komara Îslamî ya Îranê de hate kirin û pêşkeftinên dawî yên siyasî û ewlehî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Bafil Celal Talebanî tekezî li ser bi hêzkirina binemayên dostaniyê di navbera herdu aliyan de li ser bingeha berjewendiyên hevpar û cîrantiya baş kir û tekez kir ku parastina aramiya herêmê di berjewendiya hemû aliyan de ye û em her hewlekê bidin ji bo armakirina rewşê, ji ber ku ne aramî ziyanê dide ewlehî û jiyana welatiyan.

Ji aliyê xwe ve,serokkomarê Îranê spasiya rola erênî û çalak ya Bafil Celal Talabenî kir di aramkirina aloziyan de.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike