Medyayên Îranî çawa behsa serdana Serok Bafil bo Tehranê dikin?

Kurdistan 02:47 PM - 2026-09-16
Serdana Serok Bafil di rojnameyên Îranî de PUKMEDIA

Serdana Serok Bafil di rojnameyên Îranî de

Serok Bafil YNK Îran

Serdana Serokê Yekîtîya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ji bo Îranê,bûye behsa germ yarojnameyên wî welatî û bi girîngî amaje bi armanca serdan û hevdîtina bi rayedarên payebilind yên Îranî re destnîşan kirin ku di civînên wan de tekez li ser helwestên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)  kirine ku dixwaze nakokî bi awayekî aştiyane çareser bike û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê di warên aborî, bazirganî û ewlehiyê de bi Îranê re pêş bixe, Îran jî pêzanîna xwe bo rola Serok Bafil û YNKê nîşan daye.

Xeber Gizarî Dîfah Muqedes:Serdana Bafil Celal Talebanî bo Îranê li ser vexwendina Îranê bû

Rojnameye Xeber Gizarî Dîfah Muqedes  raporetek li ser serdana Serok Bafil ji bo Tehranê belav kiriye,û amaje bi gotina Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmayîl Beqayî kiriye, ku sardana Serok Bafil bo Tehranê li ser banga wezîrê derve yê Îranê bûye û ev civîn di çarçoveya şêwirmendiyên berdewam yên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê de pêk hat bi armanca pêşxistina peywendiyên dualî û xurtkirina aştî û aramiyê li herêmê.

Beqayî got:Serokê Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê di serdanê de digel berpirsên payebilind yên welatê me re li ser vê mijara girîng a hevbeş gotûbêj dike ji wan jî hevkariya aborî û ewlehiya sînoran li xwe digire.

Malpera Tabnak:Îran dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re xurt bike


Hevdem li gorî rojnameya Tabnak; Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî digel Serokê Civata Şûreya Îslamî (Parleman) Mihemed Baqir Qalîbaf civiya û derbarê mijarên rojane de gotûbêj kirin.

Serokê Civata Şûre di wê civînê de ragihand ku;divê peywendiyên me, bi taybetî bi welatên hevsê re, di warên aborî, siyasî û ewlehiyê de di asta herî bilind de bin,ku bê guman peywendiya bi Herêma Kurdistana Îraqê re jî bi heman awayî ye.

Her li gor wê rojnameyê; Qalîbaf got:Di şerê 40 rojî de gelek hewl hatin dayîn ku axa Kurdistanê li dijî Îranê were bikaranîn,lê destûr nehat dayîn, ji ber vê yekê divê em hewl bidin ku peywendiyên xwe hem di warên ewlehî û hem jî yên aborî de ji berê bêtir pêşve bibin.

Ajansa Îsna:Armanca serdanê ewlehiya sînor û hevkariya aborî ye.


Ji liyekî din ve, rojnameya Îsna bi sernavek mezin nivîsand: "Bafil Talebanî li Tehranê ye; ewlehiya sînor û hevkariya aborî di rojeva şêwirmendiyên bi Îranê re de ye.

Li gorî rojnameyê, di hevdîtinên digel rayedarên Îranî, mijarên derbarê peywendiyên di navbera Îran û Herêma Kurdistana Îraqêde, pêşketinên siyasî û ewlehiyê li Şraq û herêmê û rêbazên xurtkirina hevkariya di navbera her du aliyan de dê werin gotûbêjkirin.


Rojnameya Diyayî Iqtîsadî:Pêgeha Herêma Kurdistanê ji bo Îranê pir stratejîke

Rojnameya Diyayî Iqtîsadî behsa pêgeha girîng ya YNKê û hermê kiriye ji bo Îranê û aşkere kiriye ku, Herêma Kurdistanê ji ber pêgeha wê yê erdnîgarî û sînorê wê yê digel Îranê,yek ji rêyên herî girînge ji bo berdewamiya danûstandinên aborî û bazirganî di navbera Îran û bazara Îraqê de, ji ber vê yekê sînorên hevpar bi Herêma Kurdistanê re pir girîngin berdewamiya çalak ya deriyên sînor û parastina herikîna bazirganiyê dikare bibe alîkar ji bo dabînkirina pêdiviyên bazara herêmê werin dabînkirin û di encamê de, gihîştina Îranê bo bazarek nêzîk û pêbawer were parastin.

Menşûr Iqtîsad:Alîkariya aborî û bazirganî tewera gotûbêjane

Hevdem rojnameya Menşûr Iqtîsad amaje bi wê yekê kiriye ku, ku sardana Bafil Celal talebanî bo Tehranê di demekê de tê encamdan ku Ebas Eraqçî û serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) nêzîkî beriya heyvekê di peywendiyeke telefonî de li ser pêşketinên dawî yên li herêmê û pêşketinên dawî yên li herêmê gotûbêj kirin û dibêje:Digel mijarên ewlehiyê, pêşxistina hevkariya aborî û bazirganî ya di navbera Îran û Herêma Kurdistana Iraqê de yek ji wan mijarane ku Tehran û Yekîtiya Nîştimaniya ya Kurdistanê (YNK) tekez li ser dikin.


Ajansa Nûçeyan ya Ana: Hevkariya dualî tê gotûbêjkirin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a ANA, Bafil Talabanî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), di serdana xwe ya Îranê de, li ser mijarên berjewendiya hevbeş, di nav de mijarên derbarê hevkariya aborî û ewlehiya sînor, diyalog û danûstandina nêrînan, gotûbêj kiriye.

Cam Kurdî:Herêma Kurdistanê rêz li ewlehî û serweriya welatên hevsê digire.

Her derbarê sardana Serok Bafil de, rojnameya Cam Kurdî di raportekê de amaje bi gotinên Serok Bafil Kiriye;ku di serdana xwe de, wî tekezî li ser hewldanên berdewam yên YNKê ji bo xurtkirina aştiyê û kêmkirina aloziyan kiriye û ragihandiye ku divê ev pirsgirêk bi awayekî aştiyane û bi diyaloga berdewam werin çareserkirin.

Serok Bafil amaje bi wê yekê kiriye ku Herêma Kurdistanê rêz li ewlehî û serweriya welatên hevsê digire û dîrokeke hevpar û kevnar bi gelê Îranê re parve dike.

IRNA: Îran pêzanîna xwe ji bo Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) heye.

Di dawiyê de jî Ajansa IRNA Serdan amaje bi sardana Serok Bafil kiriye ku ji bo pêşxistina peywendiyên dualî, hevkariya aborî û zêdekirina ewlehiya sînore.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îranê rola Bafil Celal Talebanî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û hewldanên wan di parastina aramiya Herêma Kurdistanê, Îraqê û herêmê de bilind nirxand.

Ev yek di demekê de ye ku roja (15-09-2026).an Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya şandeke payebilind ya YNKê gihîşte Tehranê û digel Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, Serokê Şûre ya Îranê ( Parleman) Mihemed Baqir Qalîbaf û Şêwirmendê Bilind yê Rêberê Bilind yê li karûbarên navneteweyî Dr. Elî Ekber Wîlayetî civiya ku di civînan de li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê û rêbazên parastina aramiyê, nêrîn hatin pevguhertin û tekezî li ser pêwîstiya parastina berjewendiyên hevpar û xurtkirina peywendiyên aborî û bazirganî yên cîrantiya baş hat kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket