Pesin û nirxandinên berfireh ji bo rola Serok Bafil û YNK
Kurdistan 12:40 PM - 2026-09-16
PUKMEDIA
Bafil Celal Talebanî
Serdan û civînên Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
(YNK) birêz Bafil Celal Talebanî nema tenê dibin civînên protokolî, lê belê
veguherîne rêçikeke siyasî ya cîgir ku bawereke kûr nîşan dide ku çareserkirina
pirsgirêk û kêşeyan bi diyalog û têgihiştinê dest pê dike, dûrî vebijarkên din.
Rêzehevdîtinên ku Serok Bafil Celal Talebanî di van demên
dawî de pêk anîne û serdana wî ya niha bo Komara Îslamiya Îranê, girîngiya rola
Yekîtiya Nîştimanî wekî pireke diyalogê û nêzîkkirina aliyên ciyawaz, û
pêşxistina zimanê diyalogê tekez dikin. Li vir, her kes pesnê rola Serok Bafil
Celal Talebanî û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dide di warê xurtkirina
aştiyê, parastina aramiyê û piştgiriya têgihiştin û diyalogê de ji bo
çareserkirina hemû pirsgirêkan.
Rola Serok Bafil Celal Talebanî û Yekîtiya Nîştimanî tê nirxandin
Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
li Tehranê digel Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Eraqçî civiya.
Di civînê de ku şandeke payebilind ya YNKê jî amade bû, pêşketinên dawî yên
siyasî û leşkerî yên li herêmê hatin gotûbêj kirin.
Bafil Celal Talebanî tekez kir ku pêwîstiya pirsgirêkan bi çareseriyeke
aştiyane û diyalogeke berdewam heye.
Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), tekez li
ser hewldanên berdewam yên YNKê kir ji bo xurtkirina aştiyê û kêmkirina
aloziyan û ragihand ku,Herêma Kurdistanê rêzê li ewlehî û serweriya welatên
hevsê digire û dîrokeke hevpar û kevnar bi gelê Îranê re heye.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Komara Îsalamî ya Îranê pêzanînên xwe ji bo
rola Bafil Celal Talebanî û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di hewildanên
wan de ji bo parastina aramiyê li Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê nîşan da.
Roleke girîng di hevsengiyên siyasî de
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, li Tehranê bi
Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Encûmena Şûraya Îslamî ya Îranê re civiya.
Di civînê de ku şandeke bilind a YNKê amade bû, behsa peywendiyên duqolî û
çawaniya pêşxistina wan hat kirin, bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar
ên herdû aliyan û çespandina asayîş û aramiyê bike.
Bafil Celal Talebanî tekez kir, ku Herêma Kurdistanê nabe beşek ji tu şer û
aloziyekê, belku divê hemû hewl ji bo parastina aramiyê û kêmkirina rageşî û
aloziyan bin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Encûmena Şûraya Îslamî ya Îranê pêgeha YNKê di
hevkêşeyên siyasî de bi girîng zanî û amadebûna xwe ji bo piştgiriya her
pêngavekê nîşan da ku bibe sedema xurtkirina peywendiyên di navbera her du
aliyan de.
Nêzîkkirina nêrînan
Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li Tehranê
digel Elî Ekber Wîlayetî, Şêwirmendê Payebilind yê Rêberê Olî bo Karûbarên
Navneteweyî civiya.
Di civînê de, ku şandeke payebilind ya YNKê jî amade bû, li ser rewşa siyasî û
ewlehî ya herêmê û rêbazên parastina aramiyê nêrîn pev hatin guhertin;her wiha
tekezî li ser parastina berjewendiyên hevpar û xurtkirina cîrantiya baş hate
kirin.
Bafil Celal Talebanî siyaseta Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di vê
qonaxê de zelal kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê û Îraq dê nebin beşek ji vê
pevçûnan; li şûna wê, pêngavên wan dê berdewam bin ji bo aramkirina rewşê û
misogerkirina aramiyê.
Ji aliyê xwe ve Dr.Elî Ekber Wîlayetî bi rêzdarî behsa bîranîna Serok Mam Celal
kir ku ewwekî endezyarekî peywendiyên dîrokî û dostane di navbera Komara Îslamî
ya Îranê, Herêma Kurdistanê û YNKê de.
Di heman demê de pêzanînên xwe ji bo Bafil Celal Talebanî nîşan da wekî
berdewamiya vê riya jîrane û rola wî di nêzîkkirina nêrînan û parastina aştiyê
li Herêma Kurdistanê,Îraq û herêmê de bilind nirxan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
11:22 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

