Ji bo cara sêyem... Encûmena Nûneran desthilatên Trump li dijî Îranê sînordar dike

Cîhan 11:01 AM - 2026-09-16
Donald Trump Ajans

Donald Trump

Amerîka Îran

Encûmena Nûneran a Amerîkayê, duh Sêşemê biryarek derbarê desthilatên şer de ku ji aliyê Demokratan ve tê piştgiriya wan û armanc dike ku tevgerên leşkerî yên Serok Donald Trump li Îranê sînordar bike, pejirand.

Encûmenê bi piraniya 220 dengan li hemberî 204 dengan deng da berjewendiya biryarê, piştî ku ji aliyê Endamê Kongreyê yê Demokrat Seth Moulton ve hatibû pêşkêşkirin.7 endamên Komarî tev li Demokratan bûn di piştgiriya biryarê de.
Bi giştî, Encûmenê 6 caran li ser biryarên bi vî rengî deng hatiye dandin, bi awayekî ku biryar du caran hatine redkirin, yek ji wan dengdanê bi wekhevî derket. Demokrat dibêjin ku kongirêsê tu destûr ne daye destpêkirina şerekî li dijî Îranê.

Tu yek ji van biryaran negihîştiye ser maseya Serok, ji berk u dibe Trump mafê veto bikar bîne li dijî vê biryarê.

Li aliyê din, Ofîsa Bûdçeyê ya Kongrêsê duh ragihand ku şerê ku ji aliyê Amerîkayê û Îsraîlê ve di dawiya meha Sibatê de li dijî Îranê hatibû destpêkirin, heta 1ê Tebaxê ji bo Waşintonê nêzîkî 38 milyar dolaran lêçûye. Aşkire jî kir ku lêçûna mehane ya vê pevçûnê, li gorî tundiya kiryarên şer, dibe ku di navbera 2 û 3 milyar dolaran de be, hişyarî da ku eger tundûtûjî zêde bibe, ev lêçûn dê ji vê yekê pirtir bibe.

Ji dema ku şerê di navbera Waşinton û Tehranê de di 28ê Sibatê de teqiya, tevgera li Tengava Hurmizê ji ber gefên Îranê yên li ser keştiyan bi awayekî berçaw hat rawestandin.

Di demekê de ku berê di tengavê de rojane bi qasî 125 keştiyên bazirganî yên mezin – tevî tankerên petrol û gazê, keştiyên barhilgir û keştiyên hawiyan – derbas dibûn, hejmar daket bi dehan keştiyan. Her wiha nêzîkî 20% ji dabînkirina rojane ya cîhanî ya petrola xam û gaza siruştî ya şilkirî (LNG) bi vê tengavê re derbas dibû.

Di heman demê de, dorpêçiya Amerîkayê ya ku li ser benderên Îranê hatiye ferzkirin, bû sedem ku hinardekirina petrola xav a Îranê ji dema ji nû ve sepandina cezayan di nîveka Tîrmehê de raweste.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket