Pevçûnên navbera Siûdiyê û Hûsiyan dest pê kirin

Cîhan 09:21 AM - 2026-09-16
Hûsî Alghad

Hûsî

Alozî û şerê navbera Siûdiye û Hûsiyên Yemenê careke din dest pê kir. Firokeyên şer ên Siûdiyê zêdetirî 450 êrîşên esmanî li ser parêzgehên cuda yên Yemenê pêk anîn, Hûsiyan jî ragihandin ku wan karîbû firokeyeke şer a Siûdiyê ya ji cureya F-15 li esmanê parêzgeha Meribê bixin xwarê. Di heman demê de, firokeyeke bêfirokevan a Hûsiyan li başûrê bajarê Mekeyê hate xwarê.

Emîd Yehya Serî, Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan, di daxuyaniyekê de da xuyakirin ku hêzên wan karîbûn firokeyeke şer a Siûdiyê bixin xwarê.

Derbarê êrîşên esmanî yên vê hefteyê de, berdevkê leşkerî yê Hûsiyan diyar kir ku firokeyên şer ên Siûdiyê ji bingehên leşkerî yên Xemîs Mişêtê û Taîfê ve zêdetirî 450 êrîşên esmanî li ser parêzgehên cuda yên Yemenê pêk anîne, û di encamê de gelek kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Têkildarî êrîşa Hûsiyan jî, Lîwa Rukn Tirkî Malikî, Berdevkê Hevpeymaniya Piştgiriya yasayî li Yemenê, ragihand: Nêzîkî demjimêr 18:50 ê dema şeva borî, Hêza Parastina Esmanî ya Sûdiyê firokeyeke bêfirokevan a Hûsiyan li başûrê bajarê pîroz ê Mekeyê têk bir.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket