Serok Bafil:Herêma Kurdistan û Îraq nabin beşek ji pevçûnan

Kurdistan 09:56 PM - 2026-09-15
Bafil Celal Talebanî û Dr. Elî Ekber Ragihandina Serokê YNK

Bafil Celal Talebanî û Dr. Elî Ekber

Serok Bafil

Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li Tehranê digel Elî Ekber Wîlayetî, Şêwirmendê Payebilind yê Rêberê Olî bo Karûbarên Navneteweyî civiya.

Di civînê de, ku şandeke payebilind ya YNKê jî amade bû, li ser rewşa siyasî û ewlehî ya herêmê û rêbazên parastina aramiyê nêrîn pev hatin guhertin;her wiha tekezî li ser parastina berjewendiyên hevpar û xurtkirina cîrantiya baş hate kirin.

Bafil Celal Talebanî siyaseta Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di vê qonaxê de zelal kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê û Îraq dê nebin beşek ji vê pevçûnan; li şûna wê, pêngavên wan dê berdewam bin ji bo aramkirina rewşê û misogerkirina aramiyê.

Ji aliyê xwe ve Dr.Elî Ekber Wîlayetî bi rêzdarî behsa bîranîna Serok Mam Celal kir ku ewwekî endezyarekî peywendiyên dîrokî û dostane di navbera Komara Îslamî ya Îranê, Herêma Kurdistanê û YNKê de.

Di heman demê de pêzanînên xwe ji bo Bafil Celal Talebanî nîşan da wekî berdewamiya vê riya jîrane û rola wî di nêzîkkirina nêrînan û parastina aştiyê li Herêma Kurdistanê,Îraq û herêmê de bilind nirxan.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket