Yekem care keçek Kurd postek bilind li Kenada werdigire

Kurdistan 01:43 PM - 2026-09-15
Hêro Mohtedî PUKMEDIA

Hêro Mohtedî

Cîhanî

Ji bo cara yekeme, keçek Kurd li Kenada postek bilind werdigire û dibe kesayetiyên herî bi hêz li derveyî Torontoyê.

Hêro Mohtedî jineke Kurd e ku li Ontario ya Kenada, wekî cîgira serok û rêvebera Kompaniya (T-Drake) dest bi kar kir.

Derbarê wergirtina wê postê; Hêro Mohtedî ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand ku;bi saya karê xwe, min li Amerîka wekî yek ji rêveberên payebilind yên kompaniya avahîsazî û xanîyan dest bi kar kir  ku ez 23 sal in têde kar dikim.

Her weha got:Di demên borî de, min hewlên cidî dane ji bo mezinkirin û pêşvebirina Kompaniya (T-Drake) û pêşkêşkirina bernameyên kompaniya yê,di vî warî de,ez wekî cîgirê serokê kompaniya hatim destnîşankirin û ez armanc dikim ku di pêşerojê de hewlên xwe zêdetir bikim.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike