Swêd.. Li gorî encamên destpêkê çepgir li pêş rastgiran in
Cîhan 10:19 AM - 2026-09-14
Ajans
Hilbijartinên Swêdê
Encamên destpêkê yên hilbijartinên giştî yên Swêdê ku roja
yekşemê hatin lidarxistin, pêşbaziyeke pir nêzîk di navbera çep û rastgiran de
nîşan dan û li gorî encamên destpêkê ti aliyekî nikaribû bi awayekî berbiçav
serkeftinê bi dest bixe.
Li gorî amaran ku heta niha 95% ji dengan hatine jimartin,
bereya çepgir a opozîsyonê karîbû 176 kursiyên parlementoyê bi dest bixe,
herwiha bereya rastgiran jî karîbû 173 kursiyan bi dest bixe.
Ev yek di demekê de ye ku Ulf Kristersson ê serokwezîr û
seroka opozîsyonê Magdalena Andersson amadebûna xwe ji bo serokatiya hikûmeta
paşerojê ragihandin.
Bi cudakirina nêzîkî 95% ji dengan, çar partiyên opozîsyonê
bi serokatiya Partiya Sosyal Demokrat, bi çend kursiyan zêdetir serkeftin bi
dest xistiye.
Anderso ku di navbera salên 2021 û 2022an de serokwezîra
Swêdê bû, got: Di vê demê de em di pêşengiyê de ne û eger ev yek bê
piştrastkirin, wê Swêd xwediyê hikûmeteke nû be, lê partiya wê ku mezintirîn e
li welêt nêzîkî 28% ji dengan bi dest xistiye.
Li hemberî vê yekê, Kristersson red dike ku mukir bê ku ti
aliyek serketiyê hilbijartinan e û eger encam wekî xwe bimînin, ew ê rêz li
hewldanên Andersson bigire ji bo avakirina hikûmetê, lê gumanên xwe derbarê
şiyana çar partiyên opozîsyonê ji bo gihîştina bi bernameyeke hevpar a hikûmetê
diyar kir, ji ber nakokiyên di navbera wan de.
Wî da xuyakirin: Di salên pêş de kîjan hikûmet wê Swêdê
birêve bibe, wekî pirseke bêbersiv maye.
Partiya Demokratên rastgiran a Swêdê di sala 2010an de piştî
ketina nava parlementoyê, yekem daxistin dît û pêgeha xwe wekî duyemîn
mezintirîn partî li welêt ji dest da, encam jî di hilbijartinan de wekî
surprîzekê bû.
Kristersson soz dabû ku eger biserkeve, ew ê partiyê bîne
nava hikûmetê, ji ber ku di xula borî de pişta xwe dabû wê partiyê ji bo
dabînkirina piştgiriya parlementoyê.
Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên
Swêdê, bereya çepgir a opozîsyonê nêzîk e ku piraniya parlementoyê bibe, her
çend dibe ku piştî cudakirina tam a dengan, guhertin di kursiyan de çêbibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

