Serokkomar û Emar Hekîm tekez li ser hemahangiyê di navbera hêzan de dikin

Êraq 09:55 PM - 2026-09-13
Serokkomar û Emar Hekîm PUKMEDIA

Serokkomar û Emar Hekîm

Serokkomarê birêz Nêzar Amêdî, îro Yekşemê 13ê Îlona 2026an, li Bexdayê bi serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî, birêz Seyid Emar El-Hakîm re civiya.

Di civînê de, ku Wezîrê Dadê Dr. Xalid Şêwanî jî amade bû, dawîn pêşhatên li qada siyasî ligel pêşhatên heyî yên li welat û herêmê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser giringiya berdewamkirina hevrêzî û şêwirmendiya di navbera hêzên cuda yên niştimanî de hat kirin, da ku aramiyê xurt bike û piştevaniya rêça dewletê bike.

Her wiha bal hat kişandine ser pêwîstiya pêşxistina diyalog û têgihiştinê di çareserkirina pirsên niştimanî de, yekxistina hewldanan li hemberî erkên bê û xebat ji bo berdewamiyaya pêwendî û diyalogê der barê pirsên niştimanî de û xurtkirina têgihiştin û hevkariyê di navbera aliyên cuda de.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket