Li 938 xwendingehan li Sûriyê waneyên zimanê Kurdî dê bên dayîn
Kurdistan 04:30 PM - 2026-09-13
Zeman El Wesil
Waneya Zimanê Kurdî
Ehmed Murad, endamê Komîteya Perwerdehiyê ya Civata Gel, ragihand
ku Wezareta Perwerdehiyê lîsteyek pêşîn ya xwendingehan ku ji bo hînkirina
zimanê Kurdî li Sûriyê destnîşankiriye ku li 938 xwendingehan
ji bo hînkirina zimanê Kurdî li çar parêzgehên Sûriyê ku bi vî awayî ne:
*608 xwendingeh li parêzgeha Hesekê.
*308 xwendingeh li parêzgeha Helebê.
* 17 xwendingeh li bajarê Şam (Dîmeşqê).
* 5 xwendingeh li parêzgeha Hemayê .
*17 xwendingehên Şamê di navbera navçeyên Rukin El dîn
û Dûmerê de hatine dabeşkirin ku qonaxên cuda yên xwendinê ji seretayî heta qonaxa
amadeyî li xwe digirin.
*Li navçeya Rukin El-Dîn
10 xwendingeh ku di nava wan de Nayîf
Tillo, Sit El-Şam û Merûf El-Resafî hene, li navçeya Dûmerê jî 7 xwendingeh
hene,ku ji wan Yaqûb El Kindî, Şamy a Nû
1 û Şam Nû ya 2 hene.
Lîsteya xwendingehên
parêzgeha Hemayê "Griges",
"El- Siwde", û "Xirbet El Cami", her wiha xwendingehên
"Otsan Bin Efan" û
"Fatima Bint Esad" jî li xwe digire.
Tedbîrên ji bo Rêkxistina Perwerdehiya Bi Zimanê Kurdî
Pejirandina van lîsteyan beşek ji rêze tedbîrên ku ji hêla
Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyê ve hatine girtin e ji bo rêkxistina pêvajoya
perwerdehiyê ya xwendekarên Kurd, di nav de bernameyên waneyê bi zimanê Kurdî û
karmendên perwerdehiyê.
Di 11ê Îlona 2026an de, Wezaretê biryarek da ku tomarkirina
xwendekarên ku xwediyê sertîfîkayên perwerdehiya bingehîn û belgeyên akademîk yên
ku berê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn pesend dike, û veguhastin û tomarkirina
wan di refên veguhêz de rêk dixe, li gorî bendên Yasaya Hejmar 31 a 2024.an û
Fermana Hejmar 13 a 2026.an ya derbarê welatiyên Kurd yên Sûriyê de, digel
rêwerzên rêveberiyê yên têkildar.
Xwepêşandan Ji Bo Daxwaza Mafê Perwerdehiyê bi Zimanê Kurdî
Roja Çarşemê, 2ê Îlona 2026.an, çend bajar û herêmên
rojavayê Kurdistanê xwepêşandanên berfireh ragihandin ku bi hezaran xwendekar,
mamoste û dê û bav têde beşdar bûn.
Xwepêşandan ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerdehiyê ya
Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ya veqetandina tenê sê demjimêran di hefteyê de ji bo
perwerdehiya bi zimanê Kurdî û daxwaza mafê perwerdehiyê bi zimanê dayîkê hatin
lidarxistin.
Li bajarên wekî Kobanî, Qamîşlo, Til Temer, Zirgan, Girgê
legê, Heseke û deverên din kombûn û xwepêşandan hatin lidarxistin ku têde
dirûşmeyên ku pabendbûna bi zimanê Kurdî piştrast dikirin hatin bilindkirin, di
nav de: "Zimanê me hebûn û nasnameya me ye, û perwerdehiya bi zimanê dayîkê
mafek rewa û bingehîn e.
Guhertina Fermana Hejmar 13
Wezaretê roja 28ê Tebaxa 2026.an de biryarek derxistibû, ku
têde fermanên rêveberiyê ji bo bicîhanîna bendên Fermana Hejmar 13 ya sala 2026.an,
bi taybetî yên têkildarî bendên yekem û duyem yên derbarê bernameyên
perwerdehiyê û karmendên perwerdehî û hînkirinê de, dihatin guhertin.
Mezlûm Ebdî:Me ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî şer kir
Di merasîma bidawîbûna mîsyona Hêzên Sûriye Demokratîk û tevlîbûna
wan bi dewletê re, fermandarê giştî yê HSDê, Mezlûm Ebdî, roja Sêşemê 25ê
Tebaxa 2026.an ragihand ku mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî yek ji mafên herî
girînge ku gelê Kurd bi dehan salan e lê digere.
Ebdî destnîşan kir ku wan helwestek vekirî ya serokê Sûriyê
di derbarê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û şiyana pêşxistina biryara heyî
di pêşerojê de hîs kirine.
Îlham Ehmed:Têkoşîna Mezin dê ji bo Parastina Ziman û Mafên Kurdan be
Îlham Ehmed, Berpirsa Beşa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya
Xweser, roja 31ê Tebaxa 2026.an di hevpeyvînekê de bi Roj TV re diyar kir ku gotûbêja
sereke ya li Sûriyê di dema borî de li dora mijara perwerdehiya bi zimanê
dayikê bû her weha wê hestên gelê Kurd yên li hember zimanê dayîkê wekî
"mafdar" bi nav kir, behsa helwesta Kurdan ya li ser guhertinên dawî
yên Fermana Hejmar 13 kir û tekez kir ku "têkoşîna herî mezin dê parastina
ziman û mafên Kurdan di destûrê de be."
Li gorî fermana komarî ya 2026.an, welatiyên Kurd beşek girîng ji gelê Sûriyê ne, û zimanê Kurdî zimanekî neteweyî ye û destûr tê dayîn ku li xwendingehîn giştî û taybet yên li deverên ku Kurd rêjeyek girîng ji nifûsê pêk tînin, were hînkirin.
Perwerdehiya Kurdî di Nav Nasnameya Neteweyî de
Roja 26ê Çileya 2026.an, Wezareta Perwerdehiyê fermanên
rêveberiyê ji bo bicîhanîna bendên Fermana Hejmar 13 ya 2026.an derxist, ku
piştrast dike ku welatiyên Kurd yên Sûriyê beşek yekgirtî ya gelê Sûriyê ne, û
nasnameya wan ya çandî û zimanî pêkhateyeke bingehîn ya nasnameya neteweyî ya
yekgirtî û cihêreng ya Sûriyê ye.
Destnîşankirina 938 xwendingehan ji bo hînkirina zimanê
Kurdî di çarçoveya tevlîkirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî di pêvajoya
perwerdehiya fermî de li xwendingehên ku di navnîşan de ne, digel rêkarên
têkildarî tomarkirina xwendekaran, organîzekirina veguhestina wan û xwe spartina
ser belgeyên perwerdehiyê yên ku berê ji hêla "Rêveberiya Xweser" ve
hatine dayîn, pêk tê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
11:22 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

