Kongo.. Hejmara qurbaniyên ji ber Ebola ji sê hezarî derbas bû

Cîhan 11:21 AM - 2026-09-13
Vîrus PUKMEDIA

Vîrus

Belavbûna vîrûsa Ebola li Kongoyê di asta xwe ya herî bilind de ye û zêdetirî heft hezar rewşên pêketinê hatine qeydkirin, di heman demê de rêjeya mirinê hamû ji sê hezar kesan derbas kiriye.

Hikûmeta Komara Demokratîk a Kongoyê ragihand ku di dema niha de 17emîn pêla vîrûsa Ebolayê li heft parêzgehên welêt belav bûye û hejmara pêketiyan jî derketiye heft hezar û 22 kesan.

Herwiha da xuyakirin ku rêjeya mirinê ji ber vîrûsê gihiştiye sê hezar û 398 kesan.

Ev di demekî de ye ku di nava 50 salên borî de, vîrûsa Ebola li Afrîqayê bûye sedema mirina zêdetirî 15 hezar kesan û heta niha jî bi awayekî fermî ti vaksîn an çaresereke pêbawer nîne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket