Kareseta keştiya Îndonezyayê.. 103 kes hatin rizgarkirin û 140 kes jî winda ne

Cîhan 10:21 AM - 2026-09-13
Gemiya Îndonezyoyê Ajans

Gemiya Îndonezyoyê


Tîmên rizgarkirinê roja Yekşemê lêgerînê berdewam dikin li pey 140 kesên ku li ser gemiyeke rêwiyan bûn, ku hatibû ragihandin li deryaya Cawe ya li Îndonezyayê wenda bûye, ev yek piştî ku 103 kesên din hatin rizgarkirin û yekî ji wan jiyana xwe ji dest da.

Ajansa Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Îndonezyayê diyar kir ku têkiliya bi gemiya rêwiyan re di destpêka Yekşemê de ji ber şert û mercên xirab ên hewayê qut bûye, û 243 kes li ser gemiyê bûn.

Ajansê da xuyakirin ku gemiya bi navê "Virgo Transport 8" roja Şemiyê ji bajarê Surabaya yê li Cawe Rojhilat ber bi bajarê Bagirmasîn ê li Kalîmantana Başûr ve bi rê ketiye, berî ku têkiliya pê re qut bibe.

Lê belê Ay Putu Sudayana, serokê buroya ajansê li Bangarmasîn, di daxuyaniyeke vîdyoyî de ragihand ku 103 kes ji aliyê keştiyên cuda ve hatine rizgarkirin û hinek ji wan ber bi bendergeheke li Cawe Rojhilat ve tên veguhestin.

Wî zêde kir ku tîmên rizgarkirinê operasyoneke lêgerînê ya berfireh da destpêkirin û tîmek, keştî û balafireke helîkopterê şandin dawîn ciyê ku gemî lê hatiye dîtin, bêyî ku çarenûsa wê diyar bike.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket